Strana : Bavê Fexriya Bavê FexriyaBavê Fexriya qurba min go îro dinya ewr e....Ax lo nabe sayî, hawar li min min rebenê Lê li Bavê Fexro derketine Tabûra Sêrtê taqîbatê bi sê alayî Hawar li min oy... Gelî gundî û cîranan çima Bavê Fexro ne li mal e? Hûn dibînin ode ji mêvanan xir û xal e Hawar li min min rebenê Bawê Fexriya qurba min go ji înê heta înê Hawar li min min rebenê Îro sê ro sê þev e Bavê Fexro birîndar e li nav nivînê… Ezê rabim daw û delingê xwe hilgêvim herim Hadhaka xopan, Mala Erekêlê Hekîm, bêjim hekîmo qurba sîng û berê min rebenê Ji Bavê Fexro re bike melhema devê vê birînê hewar li min Heyfa mêra ye di çi halî, hawar li min min rebenê Min go Bavê Fexro were em bi destê hevdu bigrin... Ax lo herin çiya, hawar li min min rebenê Lê li min þewitiyê ezê derbasî hêla malê bûme Bavê Fexro bi ser birînê xwe de kûr dinaliya hewar li min Heyf û xebîneta Bavê Fexro, Suwarê Gêjo, Torinê mala Ezo Birîndar bû bi sê gulên va Romiya ax hawar li min min rebenê Emrê çûyî carde nayê min rebenê Bavê Fexriya qurba min go bi qizanî ay… Pir delal bûm hawar li min min rebenê Gidî qurban bi bûkanî ay… karxezal bûm hewar li min Biþewite mala mêrê xirab û Romiyan Çawa sala îsal qir û qal bûm Ax emrê çûyî carde nayê ay… Bijî Huner û Çanda Kurdhttp://www.pdk-xoybun.com |