´´RîYA AZADAN´´ - Ji Kedrican re - Pir girane lo bira! Bavê te ne l´amal, Bavê kû tu xwedî kir, bi nezdarî, bi þekir Çav li rê bû li derî belkî niþkav tu werî Tû, liber serî rûneniþt, xwedan ji rû nemaliþt, Dil û xatir jê ne xwest; te maç nekir herdü dest, Pêra ne çu ser gorê maxa paþîn bi dorê…. Min jî wek te winda kir, dê, bav, bira û agir. Ji ber tûran perestan, bûme xwini, j´ Kurdistan. Me hev nedît carek din, gorrê ew giþ revandîn. Ev bîst sale ser gerdan dixwüm kulan û derdan Min pir tengî û talî kiþandin ji her alî Lê bê hêvî nebûm hêç min bernada þop û rêç Ma çi bikim tiþtê çû lê nagerim nadim dû Eve rêza azadan ne rev heye ne bazdan Sistî nabe li ser vê ev bext ji me wa dibê Tim namine dem wisan wê bê roja wan kesan Ev toleyên bê yek ol ji dolar ra bûne kol Ne çar ewê bimirin ji bîr nabe, çi kirin Bê mezel û gor û kêl bibin tune kû hat û pêl Hew bi tenê ev welat deþt û çîya teht û lat Û ev gelê kû em jê cevher bêzar û kejê Naçe namre tu cara ne, b´´kuþtinê ne, b´dara Gerek jêra bi yek can em pêwan bin bê razan Bi parêzin ji dijmin; bi te, bi wi, û bi min... --------------------- Reþid Kurd. Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.com |