Zimanê Kurdî û Fêrbûna Zimên -I- ![]() NIVÎS : Mêjû û avahiya zimanê kurdî Zimanê kurdî zimanê kevn ê Avesta ye. Alfabeya kurdî ji 31 tîpan pêk hatiye. Zimanê kurdî bi sê (3) alfabêyên cihê dihê nivîsînê. Alfabeyek a kevin a zimanê kurdî heye. Î roj pir kes ni karin bi vê alfabeyê bixwînin û binivisînin. A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T U Û V W X Y Z Kurd li bakurê Kurdistanê ( Tirkiye ) bi kurmancî dipeyivin û alfabeya latînî (romî)* bi kar dihênin. Kurdên li ba?ûr ( Iraq ) û li rojhilatê ( Îran ) bi zaravayê soranî ( silêmanî ) dipeyivin û alfabeya ku jê re dibêjin erebî, bi kar dihênin. Kurd li rojavayê Kurdistanê ( Sûrî ) jî bi kurmancî dipeyivin. Besek ji kurdên li Kurdistana başûr û rojhilatê jî bi kurmancî dipeyivin. Zaravayê ku ji hêla piraniya kurdan ve dihê peyivtinê, kurmancî ye. Li jêrê nexseya têkuz a lîsteya tev zarava û devokên lokal ( mehellî ) ên zimanê kurdî diyar e. Çar zaravayên sereke : KURMANCÎ (K) yan jî KURMANCIYA JORÎN SORANÎ (S) yan jî KURMANCIYA JÊRÎN GORANÎ (G) LORANÎ (L) Zaravayên lokal ( mehellî ) ên her çar zaravayên sereke û têkilbûna ( integration ) wan a bi hev re : 1 - Bacalanî (G) 2 - Badînanî/badînî (K) 3 - Bextiyarî (L) 4 - Beyazidî (K) 5 - Botanî/botî (K) 6 - Erdelanî (S) 7 - Feylî/behreyî (L) 8 - Germiyanî (S) 9 - Hawramanî/hawramî (G) 10 - Kelhorî (L) 11 - Kuhgalû (L) 12 - Konyayî/haymanayî (K+S) 13 - Lekî (L) 14 - Mamasanî (L) 15 - Mukrî (S) 16 - Rojava/berfiradî (K) 17 - Silêmanî (S) 18 - Semdînanî/hekarî (K) 19 - Şêxbizinî (K+S) 20 - Torî (K) 21 - Zaza/dimilî (G) KURMANCÎ ( /kurdî/kurmanciya Jorîn ) : botanî/botî**, badînanî/badînî, beyazidî, ?emdînanî/hekarî, cizîrî, rojava/berfiratî SORANÎ ( /sorî/kurmanciya Jêrîn/kurdî ) : mukrî, erdelanî, silêmanî, germiyanî, GORANÎ ( /gorî/kurdî ) : zaza/dimilî, bacalanî, hewramî, LORÎ ( /lorî/kurdî ) : feylî/behreyî, bextiyarî, mamasanî, kelhorî, lekî, kuhgalû (KURMANCÎ, SORANÎ, GORANÎ, LORÎ = KURDÎ) Cografya zimanê kurdî: Bacelanî li rohilata Kurdistanê dihê peyivtin. Navçeyek xêlî ( e şayirî ) ye, ji gelek gundan pêk hatiye. Li qezayên wek Kamjaran, şêrwan, Qela, Qeysewend, Maraw, Kemanger dihê peyiftin. Badînanî li deverên başûra herêma Botan, li Dihok, Amêdî, Akre, Şêxan, Zêbar û Barzan, her wisan jî li rohilata Hekarî, Soma, Xoy, Mako, Ûrmiye û li gundên şino dihê peyivtin. Bextiyarî li başûra rohilata Kurdistanê, li deverên Daran, Mescîdê Silêman, Şehre Kurd, Çarmihal, navçeya Piştgoy'ê û li deverên mayîn dihê peyivtin. Beyazidî li bakura Kurdistanê, bi nêzîkî li tevayiya Serhedê dihê peyivtin, Qers, Agrî, Erzerom, Erzincan û deverên wan. Botanî / botî Li navrasta Kurdistanê li, deverên pêşî li Cizîr, Sêrt, Şirnex, Silopiya, Diyarbekr, Zaxo, Dêrika Hemko ( Malikiyê ), paşê jî li deverên Farqîn û Diyarbekr'ê dihê peyivtin. Cizîrî li deverên Mêrdîn ( Amardîna ), Midyad, Nisêbîn, Qamîşlo, şengal û Amûdê dihê peyivtin. Erdelanî li Rojhilata Kurdistanê, li derdorên Sine, Rewanser û Ciwanro'yê dihê peyivtin. Feylî / behreyî li başûra Kurdistanê li Bedra û Bexdadê dihê peyivtin. Germiyanî li başûra Kurdistanê li êrdimên Kerkûkê dihê peyivtin. Hewramanî / hewramî Li rojhilata Kurdistanê li Awa, Biyare,Tewêle, Hewraman-î Text, Hewraman-î Lihon, Paweh, Newsûd, Dizlî, Nodse, Dînewer, Zengene, Siyamensûr, şêxan, û beşek jî li devera Sinê û Ciwanro'yê jî dihê peyivtin. Kelhorî li rojhilata Kurdistanê li deverên Kermanşan, Xaneqîn, Mendelî, Bedra, Kût û li Bicar, Qurwe, Hersîn, Kengawerö Sehane û Sonqur'ê dihê peyivtin. Kuhgalû li başûra rohilata Kurdistanê li deverên Behbehan û Qeleyê Golabê dihê peyivtin. Lekî li dorhêlên Kermanşan, Îlam û Eywanşarê dihê peyivtin. Mamasanî li êrdimên başûra Kurdistanê, li Loristanê dihê peyivtin. Mukriyanî / mukrî li rojhilata Kurdistanê, li navçeya Mahabadê dihê peyivtin. Mahabad di dema xwe de navenda Emareta Mukriyan bû. Weke din mukriyanî li dorhêlên şino, Nexedeh, Xane ( Pîranşehr ), Serdeşt, Bokan, Sanqele û li Seqize dihê peyivtinê. Rojava / berfiradî Li Ruha, Mereş, Dilûk ( Entab ), Mazra û li başûra rojavaya Kurdistanê li êrdimên Efrînê dihê peyivtin. Silêmanî / soranî / sorî li êrdimên Silêmaniyê, li şehrezor, Qela Çolan, Çiwarte, Mawet, Penciwîn, Çemiemal, Qadî Kerem, Leylan û yên mayî dihê peyivtin. Semzînanî / semzînî / hekarî Weke nav li ser e, li hemû deverên Colemergê û li van navçeyên li jêr nimandî dihê peyivtin : Colemerg, Nehrî, Oramar, Gever. Şêxbizinî Kurdên ku ji demên kevin ve hatine ber bi nav Tirkiyê ajotinê. Ev devoka pir mehellî, bi tenê ji hêla kurdên li deverên Enqere û Stanbolê dihê peyivtin. Torî li deverên Kercews, Kerboran û Midyad'ê dihê peyivtin. Zaza/dimilî li bakura rojavayê Kurdistanê li deverên Cebaxcor ( Bîngol ), Mazra ( El-Azîzî ), Palo, Gênc, Hêne, Sêwreg û Çêrmûg'ê dihê peyivtin. Zaza / dimilî û hewramî pir nêzîkî hev in. Alfabeya kurdî bi sê alfabeyan latînî, kîrîlî û erebî TBN : Xebatên ji bo bi awayek giştî naskirina devokên zimanê kurdî, bêguman îro ji ber hebûna van atengên li ber kirina xebatek vekolînî ya rêk û pêk li ser tevayiya axa Kurdistanê, xwedî kêmasî ne. Ev erk bi awayekî baş bi tenê di rewş û pergalek serbest û azad de û li ser axa welêt dikare bi cih were. Ji lewre jî dê kêmasiyên vê xebatê hebin. Em hêvîdar in, ku rojek dê xebatkarên din vê babetê, vî karî ji vê derê rahêjin û bibine serî ta armancê. FERHENGOK : ____________ Avesta : zimanê kevin ê Hind - Ewrûpî ye Êrdim : herêm, mintiqe Mêjû : tarîx Pergal : çap, rews Rew ? : weziyet Têkuz : kamil, mukemmel JÊRENOT/SERINC/TÊBÎNÎ (TBN) : ____________________________ * ROMÎ: Mebest (meqsed) ji vê peyvê : Roma / Îtalya - Antîkî ye. * * BOTANÎ / BOTÎ : Li mêjû, ev devoka mehelî, ji ber ku bi sedsalan bûye navenda siyaset, aborî û çanda Kurdistanê, loma di warê zimên de jî rolek navendî leyistiye. Emareta Cizîra Botan, bi sedsalan bûye navenda tevayiya emaretên kurdan. Ji ber ku Mîrên Botan, ku serokatiya tevayiya Kurdistanê dikirin, her dem li vir rûniştine. Loma ev devok pêşve çûye û wek tîrêjên hetavê, kar û tesîra xwe gihandiye ser tevayiya zaravayên din ên kurdî. Ta zaravayên wek soranî, mukriyanî jî, ji vê devoka botanî/botî kar û tesîr wergirtine. HTML :
http://www.saradistribution.com/ziman.htm |