Strana : Medoke melê Medoke melêAx min dî ji gund û wêdan ji gund û wêdanmin dî mitirbe li kambaxê gundême li daholê û li zirnê dan Min dî medoke melê û hedoyê hana Çembilê hevdû girtin Çûne hafe govendê perê dîlanê ji qehrê girgirekê Filihe û Misilmane xwe hildan û li erdê dan. Hedo yar yar yar yar yar yar kule dilêm yar yar yar yar kesere canêm yar yar yar yar berxê malam yar yar yar yar. Ax li hev rûniþtin li hev rûniþtin medoke melê û hedoyê hane li hev rûniþtin gotin digotin çîrok di hiþtin hêstirê her dû kewe kevirê ber beste di maliþtin masî yê binê ava di birijtin mirî yê goristane kefenê xwe li serê xwe pêçan û li ser kêlê xwe rûniþtin û gurzê gule li þûn di hiþtin. Hedo yar yar yar yar yar yar kule dilêm yar yar yar yar kesere canêm yar yar yar yar berxê malam yar yar yar yar. Mele digo medo lawo li va xebere li va xebere ezê rabim dengê xwe bikim li va tilabe li feqelere da medo bibne hafê va bêndere medo bi bidna bi kêra û bi xencere. Medo digo bavo chima li va xebere li va xebere çima tê dengê xwe bikê li va tilabe li feqelere çima wê medo bibne hafê va bêndere çima wê bi medo bidna bi kêra û bi xencere îsal heft sale te xêre bavê xwe ne daye min bike xêre mirî ye bêje hedoyê hana were medo bibe ji xwe re, Hedo yar yar yar yar yar yae kule dilêm yar yar yar yar kesere canêm yar yar yar yar berxê malam yar yar yar yar. Çav kanî : dengbêj Sebrî yê Asye Berhevkirin : Þivan - Bavê Þêxmûs. Elmanya, 27. 02. 2006 Bijî Huner û Çanda Kurdhttp://www.pdk-xoybun.com |