Xizan Þîlan : TENETÎYA ÞEVÊN MÝNTENETÎYA ÞEVÊN MÝNdi hembêza þevên tarî de li bêdengiya þevên xwe dîsa rûniþtim bi tena serê xwe ketime nav xem û xeyalan nav kûrahiya ramanên xwe kûr û kûr diponijim xilmaþ bûn çavên min westiya mêjiyê min xemgîn û dilþikestî me rûyê min reng avêtiye mîna guleke zer û çilmisî dikim qêrîn û hawar dîsa di bêdengiya þevên xwe de li tenetiya þevan bi tenetiya xwe re carnan coþ dibe agirê sewdaya dilê min haþ dibe mindalê nava hundirê min reþ dibe birîna kulên min geþ dibe þewata cîgera min û li ber pozê min dûmanê cixarê di valahiyek tenha de me li ezmanan çiqes xweþik wiçe-wiça çivîkan Heyv dibiriqî Stêrk diçirisin û direqisin li dora min di bêdengiya þevên min de li tenetiya þevan bi tenetiya min re li aliyê din li ser miriyan dilorin hêstir dibarîn ji çavan dengê hawarê dihat guhê min weke hawara strana Egîtekî mêrxas û gernas dil bikeder û xemgîn dibim azar û êþ û tirseke bixof di dilê min re girti ye di bêdengiya þevên min de li tenetiya þevan bi tenetiya min re ez tî me dibim av ji bo lêvên ziwa bûyî ez birçî me dibim nan ji bo zikên birçî ez sêwî me dibim bav û dayik ji bo zarokên bêkes perîþan û belengaz im ma yên têr çi fam bikin ji halê min? ez diqefilim dibim agirekî germ ji bo mirovên ku ji sermayê diricifin ez tarî me dibim þewqa çireke diçirisî ji bo þevereþên kor di bêdengiya þevên xwe de li tenetiya þevan bi tenetiya xwe re dîsa gurpînek dihat ji nava dilê min mîna kaniyan coþ dibim geþ dibim dixuþim û diherikim min sînor nema dinasî di gelek astengiyan re derbas dibim Tembûr û stran helbestên min bi xwe dihesiyan þîyar dibin di bêdengiya þevên min de kilameke evîna azadiye dest pê dikir ew strana çîyayên min e bûk û zava bêriya Welat hesreta ziman ew strana rastiya dîroka Kurdîstana min e min axîn dikiþand di bêdengiya þevên xwe de li tenetiya þevan bi tenetiya xwe re Ey heyv! û stêrkên ezmanan! dixwazim ronî bikim rûpelên dîrokê yên tarî û veþartî bi saya þewqa we finda min bi coþ vêdiket diçirisî ronahî dida çaraliyên min li ber min kaxiz di destê min de pênûs dîsa ketime nav deryaya xem û xeyalan dinivîsim ji feleka xayîn re di bêdengiya þevên xwe de li tenetiya þevan bi tenetiya xwe re bêhn tengî heye di giyana min de dil û kezeb li min peritandine ji pîstê min nabin bi min re dimeþin min dixwast def bikim tune bikim lê nediçûn gelo ev qedera min e? rastî û duristiya min e? min xirabî çi ye bextewarî çi ye nedizanî gelo wate ya jiyanê çi ye? hê min tamek ji jiyanê negirtiye dê ezê koç bikim biçim ji vê Cîhana derewîn çavên dilê min tijî dibin kelegirî min digirê lê nikarim bigirîm ev rondikên çavên min bi kuderê de çûn? kenekî biyanî li ser lêvên min ev ken û girîna min ya bi kurdî bi ku de firîn? dipêyivim bi piste pist bi xwe re dikevim nav hewldanan bi dilê xwe re bi canêþ hêrs tirs hêvî û heyecan bi hest û kovanan re dijiyam ez di bêdengiya þevên xwe de li tenetiya þevan bi tenetiya xwe re dilo “ew keçikên bejinzirav û pordirêj, xezal û bedew û delal dê govend û dîlanê bikþînin û bireqisin û kilamên þahiyê bilorînin bi hevre di bin germahiya tava Rojê de..” ax ax xirabno! ne rojên min! we þevên min jî li min nebexþandin xewa min ya þîrîn li min revandin di hizûr û rehetiyê de min bihêlin di nav xirabiya we de diperpitim di kûrahiya dilê xwe de rêwitiyê dikim erdema di dilê min de veþartî bibînim pê bigrim derxim asta herî bilind belê bi erdem û dil pak mîna çîvîk û çiyan azad mîna pêlên deryaye bi coþ mîna çîçekan bêhnxweþ mîna feriþtan cansivik, diltenik giyanpaqij dibim ez di bêdengiya þevên xwe de li tenetiya þevan bi tenetiya xwe re Stockholm, 14. 01. 2003. Xizan Þîlanhttp://www.pdk-xoybun.com |