DTP û MHP bi hev re Newrozê pîroz dikin...! A. Ocalan jî her roj di peyamên ( mesajên ) xwada xwa nîzikê nijadperestîya tirka dike.Newroza DTPê û MHPê ma bihareka dinAbdullah Ocalan di dadgeha Tirkan da cara yekekemîn vî gotina xwa got : Di parêzkarîya Abdullah Öcalan da : „ Armanca avabuna min ya arizî ( þexsî ), li hember hebunek Kurdan ya ji Sevr ê bitirs derkevim “. ( Abdullah Öcalan´ýn savunmasýndan : „ Kiþisel varoluþ gerekçem, Sevr den daha tehlikeli bir Kûrd oluþumunu engellemekti “. ) Hewceye her Kurd, li ser gelekî gotinên Abdullah Ocalan biponice ....! . . . Nivîs Xoybun Com : http://www.pdk-xoybun.com DTP û MHP bi hev re Newrozê pîroz dikin...! Abdullah Ocalan jî her roj di peyamên ( mesajên ) xwada, xwa nîzikê nijadperestîya tirka dike... Cîgirê Serokê DTPê Birêz Sirri Sakik : Gurubek Þandeya ( Heyeta ) MHPê mêvanên me ye. Di pîrozbayiyan de emê bi her awayî mêvanheziya xwe ya balkêþ û nimune pêþkêþ bikin. Em ê bi baþtirî hemêza xwa ji mêvanên xwara vekin. Li gor ku rojnameya tirkî, Rojnameya Vatan ( Vatan Gazetesî ) radigihîne partiya tirkên nijadperest û faþîst MHP û DTP a ku serokên wê Ahmed Türk û Aysel Tugluk in, ewê li Mêrdînê bi hev re Newrozê pîroz bikin. Cîgirê serokê MHPê Mehmet Þandir ji bo tevî beþdariya civîna kongreya partiya xwe bibe û doh çû Mêrdînê. Berîya ku birêkeve, wî ragihand Rojnameya Vatanê ku ewê li Mêrdînê beþdarê programa televizyoneka herêmî bibe. Ewê di TV ya hemî de eþkere bike û eger ew bê vexwendinê li Mêrdîn beþdariyê di Newroza DTPê de bike. Eger DTPyî vê banga wî bibihîzin û wî vexwînin bi rastî jî ew ê beþdar bibe. Li ser vê yekê, Rojnameya Vatanê li Cîgirê Serokê DTPê birêz, Sirri Sakik geriya û ev daxwaza MHPê ragihand wî. Rojnameya Vatanê ji birêz, Sirri Sakik pirsiyar kir ku bersiva wan çi ye. Sirri Sakik jî berê bi serokatiya partiya xwe þêwirî, piþt re daxuyaniya xwarê ragihand Rojnameya Vatan. Sirri Sakik : “Bi rastî ez matmaî ( þaþ ) mam. Mehmet Þandir û þandeya MHPê a li gel wî mêvanên me ne''. Di pîrozbayiyan de emê bi her awayî mêvanheziya xwe ya balkêþ û nimune pêþkêþ bikin. Emê bi baþtirî bersiva nîzikatîya MHPê bidin. Ji xwa Tirkiye jî bi tevayî muhtecê lihevkirineka wiha ye. Em vê gava birêz Þandir gelek pozîtîf û gelek giring dibînin.” Nivîs Xoybun Com : http://www.pdk-xoybun.com Çavkani : Net Kurd http://www.netkurd.org Newroza DTPê û MHPê ma bihareka din* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *XiRAVî TiM Bi DESTÊ DEMOKRATîK CUMHURîYET BUXiRAVî TiM Bi DESTÊ DEMOKRATîK CUMHURîYET BU Li bajêr, gund û kom, mala Kurda vêran û koçber bu Her tim çar rêzê dora me, neyarê xunmij û hov bu Cînarê meyê cîhanê boy me, dur û dereng þarin Xiravî tim bi destê demokratîk cumhurîyet bu Konstantînopolîs, Anatolîa û Pontos çi bu Ew gelên dest danîn, ji Tirkra devþîrmeyê çekdar bu Tev macirên Gurcî, Bulgar, Arnavut jî wenda kirin Xravî tim bi destê demokratîk cumhurîyet bu Li Zîlan, Agiryê û Tendurekê qetliam bu Li Xarpêt, Qoçgîr, Dersimê xenikandin û kuþtin bu Hezaru nehsidu bîstu pêncanda jî fermanek þandin Xiravî tim bi destê demokratîk cumhurîyet bu Panzdeh salanda sîh hezar zarokê Kurda þehîd bu Çend þeþ salên reþda, çar hezar Kurd faîlî meçhul bu Ka pênc hezar gund kanê ? Xirav, wêran û vala kirin Xiravî tim bi deste demoratîk cumhurîyet bu Hinek bi banga aþitîyê aþuber û bê hiþ bu Tim li dora yekî gerîyan, tar û mar bê qiymet bu Navê aþitîyê guhurand, zivirand, ji bo dest danîn Xiravî tim bi destê demokratîk cumhurîyet bu Bê wesle wek jana birînê, li bejn û bala me bu Bê ru bezirganê hilbijardina parlementoy bu Ji mera dibêjin, hunjî vî rêyêda qeþmer bin Xiravî tim bi destê demokratîk cumhurîyet bu Hinek caran jî wekê cengaweran tekoþînger bu Dawîda xebatkarê demokratîk cumhurîyet bu Wan zarê Kurdê tekoþînger boy azadî xapandin Xiravi tim bidestê demokratîk cumhurîyet bu. 07.11. 2002 Ali Cahit Kýraçmirezdin@hotmail.comhttp://www.pdk-xoybun.comhttp://www.pdk-xoybun.com |