Xizan Þîlan : MÝN DÝL AÞ KÝR MÝN DÝL AÞ KÝRLi ser lêvên bajarê Bêdlîsê hilma cixareke pêçayî me kezeb û cîgera min bûye hewþa titûn çandinê di xwelîdanka xwe de rijika cixarê me axîn û nalîn di dûmanê cixara gewriya min de hatin meyandin li nav kaniya rondikên çavên gewra xwe ji tîna qewirî me li nav çolistanên qefesa rinda xwe laþekî rût û genî me li beyanan li ser sêla tendûra dilbera xwe tîna qirþ û qalên çayeke demgirtî me li meyxanan di dilê piyala xwe ya bêdeng de noþîcanê devê meyxoþa me dewsa hevokên kal peyvên pîr bi awirên çavên xwe yên newêrek diaxifim li þevbihurka dengbêjan hozanekî zindî mirî me li pêþangeha xemkêþiya helbestan þairekî jibîrkiri me demsalên giyanê min ne dikenin ne jî digirîn di lalbûna xwe de dicemidin li siya þewqa findeke cirifandî xewên min stewr in xewnên min tarûmar in hêviyên min sêwî ne li dojeha hinavê xwe êþ û tirsên xwe bi ava kewserê diþom êdî min dil aþ kir xwestekên dergûþa nava dilê xwe mirar kirin mirar…. Stockholm, 28. 12. 2005 Xizan Þîlanhttp://www.pdk-xoybun.com |