Zeriya min ! Dema xatir ji te dixwazim..Zeriya min ! Dema xatir ji te dixwazim..Dema ku ez xatir ji te dixwazim; Bê hêz û melûl Dibim Girnijandin û ken Ji min di revin Hêsir di çavê min de Kom dibin Tiliyên dest di lerizin û Bi tirs, silavên xatirxwestinê ji te Dixwazin.. Zeriya min ! Dema ez dêmê te winda dikim; Di nav bahoza xewin û xeyalan de Di mînim Can, di nav rewrewk û leylanê de Li ber ba dibe Þîhîniya hespan Di hinavê min de Li dahola dûrbîniyê Dixîne û Dem, firehtirîn qunaxan Di navbera min û te de Ava dike.. Hingê Zeriya min ! Agirê bêrîkirina te Min di sotîne û di êþim, pir di êþim Rojan di êþînim Roj min di êþînin.. Û wiha xwe jibîr dikim Xewin min ji bîr dikin û Toþî kul, xem û bêrîkirina te Dibim.. Zeriya min ! Di dûrbûna te de Þahiyên min yên dûr Jibîr dibin Þîn û þadiyên min dibin Wek hev û Êdî nema cûdahiyê di navbera Ken û girî de Razan û þiyariyê de Dibînim û Ji neçarî Ez ala têkçûna xwe ji dostan re Bilind dikim... Erê Zeriyê Eve halê min ?! Bi hêvîme Di dûrbûnê de Tu nebe hevpara jiyana min Tu deriyê dilê xwe ne qepitîne Tu bi min re nekeve þeran de Tu çûk û çivîkan ji nav buhara min Ne qewirîne û Perperîkan ji ser gul û kulîlkên min Ne firîne ... Ji xwe bi wan Ez sebra xwe tînim Ji ber ku tu ji min re Kaniya evînê ye Nanê hêviya ye û Xwêya jiyanê ye . Qamiþlo, Konê Reþ Konê Reþhttp://www.pdk-xoybun.com |