EY DÝLA SAQÎYÊ MEHWEÞ EY DÝLA SAQÎYÊ MEHWEÞDi terebxaneyê dunya wexwe ava engûr Perdeyê xefletê xewxayê cîhanê bidirîn Ji meqamî kî behîÞtî ji sedayê Tenibûr Zemzema zemzemeya rahê Huseynî ji Hicaz Vexwenit, Ke’be yê dil, ta bite beytîl me’mûr Perdeyê zulmetê eÞxalê cihanê bi dirrîn Ji netergahê cemalê Tu hîcabê bike dûr Menzerê dîde ê canê Te munewwer nebitin Nexlê ''Mazaxe'' ne kêsî Tu ji xal û xetê hûr Gunehan ger nebûwa lezzet û zewqek haÞa! Faîlê ism ne dibû, tarik û taîb me’cûr. Mey û me’Þûq û hewesbazîyê dunyayê zuhûr Ne bûwana, ne dibû îsmekî Allah ê xefûr Min guneh tê bi gunahan ku di nêv baxê cîhan Semerî xweÞtir ewin, bûn bi heramî meÞihûr Hinkî dewrê felekê saxirê meh dewrî diket Meh û salan digirit herwe ji (umrê) emrê me qusûr Rabe ey saqiyê mehwes tu ji rexma felekê Bide min badeî le’lî Tu ji cama fexîfûr Þêxê cam er nefesî hemdemî dil ket bi mirad Li miradê dilê murde dibîtin keÞfê qubûr Ya’nî ew xane ê gil nabite qabil qet’a Ne bi çeÞmê dilê nazir,ne bi rûyê menzûr ÎÞqî bazî du terîqe,çi heqîqet çi mecaz Þem’ê can dê bi qejîtin,çi bi nar û çi bi nûr Þebê zulumatê bi îmkanê dibit subhî numa Afîtabê Ehedîyyet ji feleq tête zuhûr Ser û mal û dilû canê me fidayê Te bitin Bike qelbê me tu saqî ji Þeraba xwe tehûr Da bikem keÞfê meqamatê ulûwwê derecat Ya bikem keÞfê keramatê ji dara mensûr Helbesta : Ehmedê Xanî Berhev kar : Îbrahîm Xelîl Þêxmusoglu Batman, 06, 04, 2006 Îbrahîm Xelîl Þêxmusogluhttp://www.pdk-xoybun.com |