PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



AFERÎN BO TE



AFERÎN BO TE

ÎŞweyek da me seher wê periya horî siriŞt
Şefeqê berq û cemalê dil û can suht û perişt
( berişt )

Me nizanî ku melek yane beŞer yane çi bû
( ya perî bû )
Yedê beyda wekî Mûsayê li qetlê vedimişt

Ke’betullaha cemalê me dikir çîne tewaf
Xeyberî hatine min xal û xet çember û qişt

Ilmê esma me jiber kir di debistanê sifat
Talibê Zatê me, lew min Şemirand baxê Bihişt

Ademê kamil ezim, bûyî me mescûdê melek
Muddeî ger nebitin secde bi min ha serê xişt

Xaniya dê hebitin bê huneran laf û guzaf
Aferîn ber te! Ku ev Şîwe ji bo kes te nehişt


Helbesta : Ehmedê Xanî
Berhev kar : Îbrahîm Xelîl Şêxmusoglu

Batman, 06, 04, 2006


Îbrahîm Xelîl Şêxmusoglu

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf