TDK - Tevger : Jibo Berpirsîyarên PDK - Bakur / Jibo Rayagiþtî ya Welatperwer Vê daxuyanîya di 09 Nîsan 2006 an de ji berpirsîyarên PDK - Bakur re hat þandin. Tevlî ku di ser wan nivîsên ku hatibûn nivîsandin re heyvek derbas bûye û bi hêvîya vê þaþîya kirêt bê rastkirin ku di ser dema ku me daxuyanîya þandîye du hefte derbas bûye, ji alî berpirsîyarên PDK - Bakur hîna jî tu daxuyanî nehatîye dayin. Loma em vê daxuyanîyê pêþkêþî rayagiþtî dikin. Jibo Berpirsîyarên PDK - Bakur / Jibo Rayagiþtî ya Welatperwer Di 27.03.2006'de, di Sîteya PDK - Bakur de, di bin sernivîsa Di Tekoþîna Rizgarîya Netewa Kurd' de Wendabûnek Mezin; di derbarê Remezanê Haþim de daxuyanîyek hat weþandin. Di paragrafa dawîn ya vê nivîsê de waha tê gotin : “Remazanê Haþim ji alî kesên ku ketibûn nava TKDP û piþtre ku daxwazên xwe nikarîbûn pêk bianiyana jê veqetiyan û KUK avakirin û mixabin hinek provakator, mêrkujên kirêkirî ku di nava vê avahîyê de di 27 Adar 1979 an de bi dagîrtinek li ser mala wî hat þehîdkirin. Di vê êrîþa kirêt de kurê Remezanê Haþim yê KAWA`yî Sadûn jî hatiye þehîdkirin.” Di nivîsê de, yên ku rêxistina KUK avakirine wek “provakator” û “mêrkujên kirêkirî” tên rêdan. Ji rêxistina TKDP - KUK re dervî þêweya ehlaqê sîyasî sûcdarîyên giran tên kirin. Em li hêvîya berpirsîyarên PDK - Bakur bûn ku bi daxuyanîyekê vê þaþîya kirêt rast bikin, berevacî vêya di heman sîteyê de bi nivîsên din ku li dû hev derketin, van sûcdarîyana hatin berdewamkirin. Ji van nivîsan yek jê jî bi îmza PDK - Bakur hatîye weþandin ku lênerîna wê ya rêxistinî rê dide. PDK - Bakur, di heman sîteyê de bi daxwîyanîya di 29.03.2006 an de bi îmzeya “PDK - Bakur Sekreterya Ragihandinê” werê dibêje : ”Þehadeta Remezanê Haþimî mixabin bi destê hin xernexwazê ji nav KUKê hatiye kirin, ew bêbext bûn sedemên êþ û dijminatîya navxweyî jî. ( … ) Ev tiþt baþ dide xwuya kirin ku di nava KUKê de kesên pravakator ne xwedî tesîr bûn û hejmara wan kêm bû. Lê mixabin cardin jî wê demê bi vê kiryara qirêj zererek mezin gîha PDKê.” Nivîs bi gelemperî bi îmzeyên kesan hatibin nivîsandin jî, di dawîn de di sîteyek ku bi fermî nûnerîya PDK - Bakur dike de hatiye weþandin û ji bo ku PDK - Bakur di nava helwestek ku vana dipejirîne de ye, ji alî me de wek helwestek partîyê ya fermî hat dîtin. Dîsa di van nivîsan de xalek hevbeþ jî, hinek belkî bi nezanî, lê berpirsîyarên PDK - Bakur û hinekên din bi zanîn, hin rastîyên dîrokî yên li ser demajoya TKDP - KUK berevacî dikin. Tu mirovekî Kurd ku hiþê wî li serê wî be dîyar nake ku ew kesên yek ji rêxistinê Kurdisatanî ku di seranserê dewrekê de, di tekoþîna demokratîka netewîya Kurdistan de cîh sitendîye û mohra xwe li vê demajoyê xistîye avakirine, wek “provakator” û “mêrkujên kirêkirî” rêbide. Bi serde li ser îstismarkirina þehîdan vêya tê kirin. Di vê bê zanîn ku di bîranîna þehîdan de rewiþtîyek bilind heye. Bê gotin ku rêxistinek welatperwer ji alî “provakator” û “mêrkujên kirêkirî” hatiye avakirin, tu alîyê wê yê ku di edeba sîyasî de bi cîh bibe nîn e. Wek ku di nivîsê de tê gotin KUK ne rêxistinek piþtre çêbûye. KUK, ne rêxistinek ji TKDP veqetîyaye, ne jî yên KUK avakirine ji TKDP veqetîyane. Navê rêxistinê yê fermî jî tenê ne KUK e. Di nava salên 1978-1981 de navê rêxistinê yê fermî TKDP - KUK e. TKDP - KUK, rêxistinek berdewam û xwedîyê TKDP ye. TKDP - KUK di Konferansa xwe ya 1. de bi biryarekê navê TKDP hiltîne, xebatên xwe yên rêxistinî hetanî Gulana 1996 an ku PYSK ( Partîya Yekîtîya Sosyalîsta Kurdistanê ) avabû bi navê KUK berdewam kirîye. Piþtî feliþandina PYSK ya ku ji alî yekîtîya polîtîk ya pênc rêxistinan ( Kawa, KUK, Têkoþîna Sosyalîst, TSK ve YEKBÛN ) ava bûbû, li ser esasê domandina yekîtîyê, KUK, Tekoþîna Sosyalîst, Tevgera Sosyalîsta Kurdistan ( TSK ) û bi beþdarîya hinek kadroyên ji kevneþopîyên din hatibûn di 16-17 Rêbendan 1999 an de bi hevre RSDK ( Rêxistina Sosyalîsta Demokratîka Kurdistanê ) avakirin. RSDK, di konferansa 7-8 Îlon 2005 an navê Tevgera Demokratîk a Kurdistanê ( TDK - Tevger ) stend. Loma KUK bi kevneþopîyên din re, îro mîrasa xwe ya polîtîk, dadwerî û dîrokî di nava TDK - Tevger de didomîne. TDK - Tevger, rêxistinek li derbasbûna hemû kevneþopîyên ku berdewam û bermayîya wan e yên erênî û neyênî, li bermayî û rûmetên wan bi xurtî xwedî derdikeve û ji van rêxistinan li kîjanê neheqî were bila were, li hemberî her þêwe neheqîyê derdikeve. Ji dema ku TKDP - KUK avabû û heta ku KUK di nava PYSK de cîh girtîye, di her astê de vê rêxistina bi giranî kadroyên ku ji dema TKDP hatibûn birêve birin. Wek tê gotin yên KUK avakirine, ne kesên ku berê ketine nava TKDP û piþtre jê veqetîyane, berevacî vêya di ser ji sedî heyþtêyî re rêvebir û girseya TKDP bixwe bû. Yên kêm-zêde hayê wan ji dîroka nêz ya tevgera demokratîka netewa Kurdistan heye, di Kongra 3. ya TKDP ku 1977 an de çêbû, baþ dizanin ku yên piþtre xebata xwe bi navê TKDP - KUK meþandin, yên çep bi giranî rêvebirîya TKDP girtin dest xwe. Yanî yên rêvebirîya TKDP - KUK dikirin, ew kadirên ku di 1973, 1975 û 1977 de beþdarî Kongre û civînê TKDP dibûn bixwe bûn. Di Kongra TKDP ya 1977 an de tu veqetandin çênebû. Piþtî Kongra 1977 an hinek kesên li hember îradeya piranîyê serî hildan, çend heyv piþtî Kongrê bi navê TKDP - Komîta Miweqet belav kirin, eþkere kirin ku partîya xwe avakirine. Di daxuyanîya PDK - Bakur de, demajoya gengeþîya îdeolojîk û polîtîk ya nava TKDP jî tê tahrîfkirin. Li vê dera, em nikarin dudrêj behsa gengeþîya nava TDKP ya îdeolojîk û polîtîk bikin. Lê em dikarin bi kurtî bêjin ku tevlî hinek mijarên îdeolojîk, di bingeha vejinandin û gengeþîyên me de daxwaz û armancên þoreþa Kurdistanê yên (wek serxwebûn-otonomî, yekîtîya Kurdistanê, rêxistinî û hwd.) stratejîk hebûn. PDK-Bakur, di daxuyanîya xwe de, tevlî ku tu têkelîya wê pê re tuneye, bûyera Remezanê Haþim, dixwaze wek delîlekî neyartiya li hember Barzanî ( Ji aliyê din ve bi kuþtina Remezanê Haþim, bi cureyek þerê bîr u ramanê Barzanîyê nemir hat kirin. ) rê bide. Gelo rêvebirên PDK - Bakur yên vê daxuyanîya nîvîsandine ji bo çi serî li rêyek wanî didin? Ji bo ku mesaj bidin derekê û KUK`ê gilî bikin, ji îstîsmarkirina rahmetîyê Barzanî jî xwe bi þûnde nadin. Ya rastî herkes dizane ku barê herî giran yê þoreþa Kurdisatna Baþûr û bi taybetî tevgera PDKI - Komîta Miweqet him yê polîtîk û him jî yê pratîk, li Kurdistana Bakur TKDP - KUK da ser milê xwe. Di wê demê de ji ber vê helwesta, TKDP - KUK bûbû hedefa êrîþên polîtîk yên wek “Dûvikê PDKI - Komîta M iweqet ”, “peyayên Barzanî” û “yên dixwazin bibin eyaleta Emrîka ya 51.”. TKDP - KUK, di weþana xwe ya fermî ya bi navê Xebat - Jibo Rizgarîya Kurdistan de, piþtî mirina rahmetîyê Barzanî dîyar kir ku ew “Qahremanekî netewî û serokekî netewa gelê Kurd e” ku hîna wê demê cîyê wî yê dîrokî xwanê kir. TKDP - KUK di wê demê de bêþik vatinîya xwe ya netewî û dîrokî pêk tanî. Vêya ne li ser navê ku em xwe bi hinekan þêrîn bikin an ji xwedî bêtir xwedîtîyê bikin dibêjin. Îro jî TDK - Tevger, bêyî ku þelafîyê bike û xwe bi derekê xweþ bike, destketinên Kurdistana Baþûr yên dîrokî wek destketinên hemû netawa Kurd dibîne û piþtgirî dike. Vêya li ser bingeha berjewendîyên netewî yên gelemperî dike, ji rastîyê re dibê rast e û piþtgirî dike, li hember þaþîyê dertê û rexne dike. Li gorî me helwesta rast ya welatperwer ev e. Ku em bên li ser mijara Remezanê Haþim : Konferansa 1. ya KUK`ê ku 1981 de civîya, bûyera kuþtina Remezanê Haþim tevlî ku ji dervî zanîn û îradeya Komîta Navendî ya KUK pêk hatibû, eger û ûþtên wê çi dibin bila bibin, piþtî Kongra TKDP ya 1977 an di navbêna herdû alîyan de kuþtin û birîndarkirinên li hemberî hev hatin kirin û rûdanên neyênî yên di vî warî de li ser sekinî û van bûyerana bi tundî mahkûm kir. Konferasa 1. ya KUK`ê, di vê mijarê de bi cesaret û helwestek zelal li hemberî gelê xwe rexne li xwe girtî ye. Hemû rayagiþtî ya welatperwerên Kurd vêya dizane. Yên van þêwe nivîsên ku bêhna kîn û nefretê jê tê dinivîsin û yên di nava PDK - Bakur de cîh digirin ne gengaze ku vana nizanibin. Wekî din jî bûyer ne yekalî ne. Ji her du alîyan yên þehîd bûne, birîn bûne ( bêtir ji KUK`ê ), yên hatine wendakirin û hwd hene. Baþ e, kî wê hesabê vana bide ? Em Remezanê Haþim û kurê wî Sadûn þehîdên Kurdistan û yên TKDP-KUK û îro jî yên TDK - Tevger dibînin. Lê ji alî din ve kadroyên TKDP - KUK`ê yên giranbuha Mihemed Emîn Ant ( Nîsan 1979 ), Abdullah Bîlen û kurê wî Emîn yê 12 salî ( 23.05.1979 ) jî þehîdên Kurdistan in. TKDP - KUK, hîna di ser bûyeran re du sal û nîv derbas nebûbû di demek kurt de, di koferansa xwe ya pêþî de, van bûyerên trajîk yên dîroka me ya nêz bi zimanekî tund mahkûm kir û hesab da gelê xwe, yên van nivîsa dinivîse û rêvebirên PDK - Bakur, tevlî ku di ser bûyerê re tam 27 sal derbas bûye, gelo karin cesareta ku Mehmet Emîn Ant, Abdullah Bîlen û kurê wî Emîn jî wek þehîdê xwe bibînin rêbidin? Heger li hemberî gel û dîroka xwe berpirsîyarî his dikin û karibin kamilîyek sîyasî rêbidin, divê ew jî di derbarê van bûyeran û encama wan de çi dihizirin ji gelê me re eþkere bikin. Ger bi rastî li hemberî provakasyona bin, em ji wan hêvî dikin ku vêya bikin. Berî bi 27 salan bûyerek werê trajîk bûye, bi ziman û awakî werê anîna rojevê, di nava rêxistinên demokratîk yên netewîya Kurdastan de ji xeynî geþkirina hestên kîn û nefretê û rêvekirina provakasyonên nû ji tu kesî re fêdê nîne. Di demek werê ku tevgera Kurdistan ya netewîya demokratîk di demajoyek gelek hesas re derbas dibe, ku gelê me þerekî hebûn û tunebûnê dide, di demek werê awarte de ku di navbêna hêzên welatperwer de di her astê de yekîtî û hevkarî bûye pêwîstîyek misoger, weþandina nivîsên werê û destûrdana vana, rewþek ku her Kurdek lêpirsîna wê bike. Em bang dikin ku rêvebirên PDK - Bakur li hemberî kiryarên werê hestgîr bin, berpirsîyarîya xwe pêk bînin û vê þaþiya kirêt rast bikin. Bêþik, di rewþek ku rêvebirîya PDK - Bakur vê vatinî û berpirsîyarîya xwe pêk nîne, yê doh û îro cîh û rewþa wî/wê ya sîyasî çi dibe bila bibe, her mirovê di demajoya TKDP - KUK de cîh girtîye, bi egera ku li hemberî derbasbûna xwe ya sîyasî û dîrokî berpirsîyar e, mafê wî/wê yê bersîvê bide vêya hey e. 09. 04. 2006 TEVGERA DEMOKRATÎK A KURDÝSTANÊ - TEVGER( TDK - TEVGER )http://www.pdk-xoybun.com |