Nivîskar : Ciwanê Abdal - Çîroka : ZAROKÊN CINNA ( XANÎ - KANÎYA PÎROZÎ ) Çîrok := Ciwanê ABDAL = I -Berê þevê - Bi rastî.. ev kar pêwiste ji mere, divê ku em vî karî bikin, nema wilo dibe, divê em xwe biguherin, ahwa lêkin û avakin bi rengekî nûjenî, qene em sûdakê xweþ jê bikin..?! Narot li ser cihê xwe paldaye, çixarê dimije û bi dûyê wê jî dilîze, ji devê xwe ilor dike, gulovera çêdike, gulover her dere mezin dibe.. ta dawî ji hev dipirçive, ta hundir tev miþt mij û moran bû. Diponije bi mija xwe re, bi vî awayî di-ramîya bi jina xwe re Torne, ya nuha zarokan bi zor dike xewê de, li wan radibe, geh bi tirsî, geh bi tirþî, hûr û pirin di ser serê hevre ne.. Serê xwe hilda û li mêrê xwe vegerand : - Çima tê serê xwe biêþîne û serê me jî bi xwe re, tê kar û xebata xwe bihêle, û bi destê hina din’de berde.. - Tu zanî nema kar ji min tê û ez nema dikarim evî hufletê hûr û pir bi nan û cil bikim.. - De ji xwe re lê binêre, ev xanî yê kevn û xirî xerxope, wê hilweþîne û ji nûve ava bike, bi xwedêkî tê ji kêre avake, dev ji xwe û vêya berde.. ha - Ji min napirsî ezê çi bikim ? ezê vî xanî wêranbikin û çav-kanîya di bin de ezê xweþik ji nûv de avakim, wê xelk ji dûr’ve bênê û emê xweþ sûde û havil bikim.. keçê.! Jinik bi cilê xewê ye.. kirasekî tenike lêye û tazî yê wê di wêne, mêrê jinê lê dinêre, dilbijokî yê wî girtiye bi harî.. gava herdu pêsîr dilivin di cih xwe de û du memikên rengîn di ser de xuyane. Paldaye û serî danî ye ser destê xwe, bi çixarê re dirame, hundirê wî firehe bi qirqaf û alave, bi tejik û kulave, mere kare bêje tiþtek kêmî wî tune ye, bav û bapîrên wî ji mêjve keleþî dikirin li hirêmê, li nav van deþt û çiyan, xelk talan û tazî dikirin carna û carna wan didizîn ro li nîro. Narot bi xwe vî tiþtî xweþ dizane û carna xwe pê payedike û dibêje : - Ew dema mêra bû, ew dem wiha dixust. Ev xanî û hin jî erdê hanê li derdor, ji talanî yê girtine, bi êrîþa li dûv hev ku êl û eþîr berbat û sergûnî penaberîyan dikirin, berdidan wan û wan derdixistin ji mal û þînwaran bo erd û welat dagir bikin, ji ber wih ev gasîn tevde top bû ser navê ewan, tev evî xaniyên pîrozî. Xelk malbata Narot xweþ nasdikn, û dibêjin bav û bapîrê wan mala ; Þerûdan. Çimki kes nema ye bi wan’re þer nekirine, bi suç û bê suç, kes nizane ji kuve hatine û perçê guhê wan ji kure, û wiha bi çavsorî zorî yê dikin li ve herêmê. Li jinê dinêre bi tolazî û him girêza xwe jî dicû bi mija çixarê re. - De were rakevê, ma qene tu ranakeve.?. - Erê ev tenê li bîra te ye.. hiþê te çûye lo.. tu ji vî hawayî re jêhatî ye "eþed-û-billa", binêre.. ez nikarim tiþtekî bikim, tê bi xwe bike.. ha. - Erê, hertim wilo xwe dide alî û min tenê dihle. - Mal û zarok besî minin lo..? ! dike û bera sukira min dide. Û her wiha jî hêdî hêdî bêdengî ya þevê wan dicût wekî hercarê. * * * II-Berê Serê sibehê 1 - Kesk Li gasîna hewþeke ne firehe ew û ne jî tenge, berî vê dawî yê odak mezin avakirî bû. Narot li derdorê dizîvire, ew xweþ dizane bi vî xanî, lê nuha wek cara pêþîn nuh dibîne, bûye kelak li ber çavê wî, bilind û mezine. “Lê lê emê.. nizanim jî kîjan alî bême..?” Kes nizane çawa ava bû ye, ev tiþtekî dîrokî ye, belkî dîrok bi xwe jî pê nizanibe, ji ber ji mêjve berê.. pir xelk lê bûne bi mêvan û him hatine talana wê jî diz û keleþ, di dawîye þevên reþ de, lê ma di cih xwe de, ta nuha, û bawerin her wê bimîne.. ku bûye nîþana xwe. ( Lê lê emê.. nizanim ji kîjan alî bê mê ..? ) Serê sibehêye û rokê tîrêja xwe berda ye xwar wekî hercar, bi ser tevan de, Narot li der- dorê dere û tê, ku nîþana qelsbûnê tê de bibîne.. Lawên wî yên bi navê Dînor û Maz û keçên wî ya bi navê Çîle û Pano û Atêre têne derdora wî, merdewan hilgirt û bi ber dîwar de çû û li ber danî, bi pêlikan hilkiþîya, waw çendî bilinde, li ser ban li dora xwe nêrî, tu kes îþê xwe jê nayne, Law alavên digihînin ber destê wî, qazme û bêr ew mer û melhêb jî, her tiþtên divên anîne, ewî xweþk amada kirîye. Dest bi karê xwe dike, û qazmê pêþîn li seyekê dixîne, dû çavê kanîyên xwînê der tên di bingeha dîwar de, li derdora xanî bi cihokî dimeþê, qêrînek hewarî kete guhan, lê gotin ew weþak ba ye qey.! Lêdan li qatê jorîn pir bûn bi qazme û bi mera, ew seyeka ji ser hilanîn û danîn, tozek ilor bû, li jor girt mij û moran, nema hevdû xweþ dibînin, bûne tozê hilm dikin ji dêvla ba û oksicînê. Hilmê dikiþînin û berdidin, hin dikuxun û hina destê xwe datanî ber dev û pozê xwe û bi destekî tenê kar dikin, tu kar ji ber wan nediçû. Gava dikuxuyan bi piþkêre hildihat û dadihat, ahîn û nalîn bi wan dipijiqî, qirik li wan ziwa bûn.. tîbûn bûn li avê digerin, bo vexun hina ax û poþ dikolan û davêtin ji cihoka avê, li çavîyên kanîya avê digerin, ew jî tev nêm û xwîne, an devê ahînan bin pûþkirine. Kar berdewame.. lê pêre Narot dibîne kûçik û hirçê nava wî dizûrin ji birçîna, nan dixaze, ta digihêje ber, law û keçê wî jê dixun û hîn jî divên, her hinkî kar dikin, dikin ji birçîbûna û him ji tîbûna ziwa bibin, avê dixwazin, zû bi zû naghêje wan, û ava kanîyê ( xwînê ) ya nuha der bûye li derdora xanî-pîrozî miçiqîne ji kom bûna pûþ û axê, dadikevin yeka-yeka û cota-cot, ax û qirþa didin alîkî bo tîna xwe têr bikin. Di bin ax û pûþ de winda bûye.. çav- kanîk û him jî cihoka wê, zimanê wan kiþîya ye, û çavê li wan sor bûye, jiber tozê li wan danî ye kes kesî nasnake, ji hevre gotin divê em vê axê û wî pûþî bidine alîkî bo avê derxînin.. daketin her þeþ - heft ji ban û rabûn dest bi karê binî kirin. Narot li lawan radibe, dibîne ku rîya avê hatiye girtin : - Nalet li we, hûn li wê derê çi dikin?! bi Xwedê hûn nizanin tu karî bikin kuro, emê ji serî de bi herifînin û dawî yê amê axê bavêjin.. dolên kerê..?! - Bes lo xurifiyo..?! tu li wir be û emê li vir bin.. heh..!! ta ji ber hev derkeve. Ewha Maz bi zirt lê vegerand. 2 - Sor Neyse her wiha bi dûmin. Bi bêra û bi melhêba ketin nav ji alîkî dane alîkî, lê bê sûdeye, ji vir radihêjin li cihkî din kom dikin, þandin zembîla û erebana û dawî nedihat, kar û barê wan her fireh dibe, û pêtir asê dibe, Narot þandin dûv karkerên bi rojane kardikin, du sê sîxur anîn ku alî wan bikin. ji wir jî radihiþtin li cihkî din kom dikirin û qet dawî nedihat, û ava kanîye nexuyaye, dengê xwiþîna avê tê.. lê av bi kuve dimþe.. na av û ne tiþtekî din her wiha jî tî diman. Xelk hatin wan bi gilî û gazinan û bi dijûn û tifan. - Hûn çi dikin vê sibehê, çi li we qewimîye.. we av li me birî ye..?! û ew pir ji mere gerege ?. - Na.. av þelû kirine ji serê kanî yê.. hûnê çi bikin ji me..? hûn ji Xwedê natirsin. ? Hin jin û zarok jî hatin, sixêf û dijûn ji wan re kirin, Narot û law û sîxurên wî, guhnedan kesî.. Tenê zimanê wî digot : - Bes tenê piçikî bîna xwe fireh bikin, ev tiþt ji bû we ye. Bavê kal Narot dibîne ku toz û tirabêlk ji dev û pozê wan derdikeve. Ji toz û mija ilor bûyî kes xweþk kesî nabîne.. Lê lawên Narot ziman li wan kiþîyaye, û tîbûnê bi gewrî ya wan girtî ye.. ji ber wilo baz didin derve û çi giha dikeve ber wan diçûn û dimêjin, ku avê jê bidoþin. Lê mexabin tu sude jê tune, tenê tîbûn li wê rastê digere, ji alîkî zor didin kar û çavêye kanîyê biparêzin û ku çihoke zû paqiþkin.. cihoka avê piçekî vebû û hin av xuyakir. Ban hev kirin bi dengekî ketî: deng kûr tê.. bîn û hilma xîzînê yê diafire. - Werne avê.. vaye av, haho vaye av.. - Ka av.. bi xwedêkî.. ka av..? Mîna pezê ji ser xwê rabûye.. erê çima na, tev axê vedixun, bi ser rû û serê xwe de dadikin ku xwêdan û toza ji serê vê sibehê li hev daniye biþon. Hev dikþandin bi pî û milan, him-him ji wan tê, kes kesî nasnake.. bazdidin ser serê hev, kî wê berî yê din vexwe. Bi ser piþtê de ketin, piþtî têna xwe þikandin paldan li wê rastê. Dem tê û vedigere, roj li wan dere ava, bi xwe rok hîna di bejna asîman deye, belê ji mij û tozê nexuyaye.. windaye, ji ber kar û finasên van beþeran. 3 - Zer Narot day li wan kir ku rabin : - De bese bû dereng.. rabin kurê min ji nûv'de wek þêr û pilingan, rabin bese.. Belabûn dîsan li kuçên xanî, dest bi hilweþandin û herifandinê kirin.. merdiyaq û beþt dane alîkî, ku bi firoþin li Ewrpa wek antîkan û þopemayin gelan, yan careke din ji xwe re pê lêkin, lê her ji cih xwe der diketin û digihaþtin qada erdê dibûn mar û ziya û diþemitîn û bi avê re diherikîn û her kêlîkê ji xwe dizên û pir dibûn li wê holê.. li kenarê avê û çavkaniyê didan lotikan mîna marê Pêxember Musa li hemberî cadû bazên Fe'rewnîyan. Herwiha mar û çêlemar ji ber beþtan diketin, ji niþka ve ku hin kelpîç radikirin, li kelmozek mozê sor rast dihatin û bi “Narot” û lawên wî û Sîxuran jî vedidan, û him mûzqirtik jî hatin wan bi sedan ji her alî de êrîþî dikirin, çiman war û kiþwerê wan xera dikirin. Hinekî di ber xwe de dan, lê bê sûdeye, her yekî ji wan bi xwe alîya, ji ber bi wan vedidan ne yek û ne du, belê car û ducar. Bi kulma li ser çavê xwe dixistin, serî li wan diwerimî, hew.. ji dest xwe avêtin alav û tiþtên din, û bûn bi destan diqewrînin û bi hin çaw li wan dera didîtin.. Havil tune ye.. hin daketin ji dîwar û hina xwe jê avêtin.. revîyan vîyalî wiyalî, lê dihatin wan bi goþ. Ne ev tenê.. ta bi pilçimokan jî ji bin beþt û mirdiyaqan derdiketin û di hatin wan, yan xwe di avê werdikirin û baskê xwe þile dipijiqandin ser riwê wan tev bi mîza xwe. Êrîþ li wan pir dibûn ji her cihî û bi pir rengan, ji vî alî ji wî alî, ma bi dest wan rev, ne rev jî bi tenê di wê toz û moranê de, ta ax û qirþ li serê xwe dadikirin ji dûv wan vedgrîyan, ev finas çawa naskirin ?, gava yek ji wan lawên Dinor terpilî li rastê û ket bi ser riwê xwe’de nav komek ax hebû li wir, ku ew serê þil têr bi ax bû. Narot bankirê ji cih xwe.. û ji wan re got; - Law axê bi serê xwe dakin û baþtire ger ne herî be, avê jî bi ser de dakin ku þil bibe.. 4 - Rêþ û Sipî Herwiha tevde revîn û ji dûr ve li xanî dinêrin bi dixis û kîn.. diranan diqirçînin û serê xwe yê werimî dixurînin bi naperûþkan. - Yabo çi ji mere lazime..tê di ca me ne.. yaw !? tê dawî yê me winda bike lo. - Yewel, na'elet li namûsa we bê.. hûn bênamûsin, her hûnê wilo bazdin û birevin, min nizanî bû hûn hewqasî bizdonekin lewo..! ? Ji dûr li van xanîyên kevnar dinêrin yên lêbûne li ser vî çave-kanî yên pîrzî, ku bi navê xanî yê pîrozî ji mêjve tê nasîn li vê hirêmê, ji hiþê xwedê hatiye afirandin..Weke ocaxekî xelk pê sûnd dixwin bi bawerî û çendî têne ziyaretê, û bi ava wê xwe derman dikin ji nexweþîyan. Narot lê dinêre û dikuxe, ji piþka dagirtîye kîn û dixisî, law û hin sîxurên xwe êrîþî kar dike ku vegerin dîsan. Kes bi pêþ de naçe, gavek li pêþ du gav li paþ, jiber ewê kelmoza mozên sor û mozqirtikên zer û hin pilcimokên reþ.. çi mêþ û kelmêþan ezman ta bi aso ve girtîye.. Narot dey kir piþtî hindekê ramiya ku zû kar kuta bike got wan bi xêzînî : - Ger dîwarek bikeve ji çar dîwara, wê dawî ya teva bê ! ? Kes nelebitî, her riwê serê wan bûye wek yên berazan.. bû. Himhima wan wek pêvila xwe xistine nav tiriya xwe û her yek bûye serê xwe vediþêrin û dinav tilîya de li hev dinêrin, li bavê kal venagerînin: - Bê namûs'no, bê kêrno.. ser pêlno, dîwareke hûn nikarin hilweþînin, dîwarek tenê wê giþtî dîwar hilweþîne.Qene bi min ve maye.. Narot qazme bi destê xwe girt û bazda binê dîwar, piþtî serê xwe bi herî kir. Û him ya Allah û ya Xwedê, û bi dîwar ket û guh neda “ lawirên firok” yê li derdora wê divinînin û pê vedidin. - Dîwaro, bikeve.. bikeve. Dîwar hejîya û dengê girî pêket. - Dîwaro, bikeve.. bikeve. Û na Welleh dîwar ket û toz pê ilorbû, mîna babelîskê zîzbû ta bi ezmanê jorî.. zirav û dirêj bû, ta stêr hildihat û dadihat, kerîyê ask û pez kovîyan didihatin û difirîyan, þêr û piling, ga û hesp diafirîn û winda dibûn, Baran barî.. heyv li rokê siwar bû. Ezman ewir dibû û sayî dibû, Him darên sirû û beriwan, him çol û çiyan, him gir û deþtan.. ew xuya dibûn û him winda dibûn.. Û qêrînek mezin hildihat û erd diçirîya.. agir pijiqî mîna volqan vedirþîya.. dawî dîwar ket.. bi ser Narot de û qêrînek wek zira keran û orînek lawiran jê hat û vemirî. * * * - Lo lawo.. çi bela we ye, hûn çiyan dipoþînin. Yekî din digot : - Ev xanî pîroze.. “ Ocax zadeye ”... Lawek ji wan bi zimanekî dirêj digot : - Na.. ev cihê Cinna ye, ev cih ne xalîye. Bi rastî zaro yên CINNA tê’de dijin ji mêjve. Ji hevre gotin û serî hejandin.. erê ev cih ne xaliye. Çîrok : Ciwanê ABDAL Ciwanê Abdalhttp://www.pdk-xoybun.com |