Helbesta, Ciwanê Abdal : Rojana Jînê![]() Rojana Jînê Rojana jînê , çendî te pişt li min xûzkir Serî li min danî ber pûta û min yûzkir Çend pelopel xamam bi tarî şev rist xêzkir Lê tenê mehder li dû bimrim temen dûzkir Xweş dizanim min ji vê jînê negirt tu dox Pir min xwar û daqurtandî tal û zivr û zox Çend pel - sipî nivîsîm b’ keser û ah û ox Mehder tenê bawerim wan riwê min boz kir Bimrim kêm zêde mefer tune ,ruhek bê guşt Wêne kalekî ciwan , navêm herem bihuşt Bim Nersîs an Xanê an ew Gurî yê rûşuşt Pûtek li bin çend gotin: Ez dimînim sozkir Pişt bimrim belbî serîk kevir çêke ji rox Li gasînek tenha şipya dimîne l’ dûm qox Şînahî , dêmên bedew , av û xuşîna box Mehder , ezê bimînim latek kevir pozker Poz bilind û anî beş , ziq dinêre gerdûn Pir perî û sîpên ciwan .. ew tên û diçûn Hey felek biçek deyax: Kî ji me serxwebûn Çerxa te çendî hêra -mehder ristam foz kir Hey lê jîna şêrîn .. çendek aram û deyax Dijwar buhirt her xwarin bêjimar key ûdax Bi xêra van çend got û rist-xêzan mame sax Abdal bi xêza avê nivîst çend rûpel şozkir Xewş dibêjim ku çerxa felek dizîvire Geh li jore geh li binî, bi xwe difire Ne xweşî dimîne ne êşî.. her ew vire Bi hest û raman û wênek ez-bûme qozkir Li jîn, nakim jî te sûd , ta dem bizîvire Gihayê hundur tale.. çawa bê b’guhere Pêxember li nîv gelê xwe ew bê bawere Çend derewe ta daxî ro û hîv ger dozkir Mixabin dilo.. ger derew derketin cîhan Çawa li xwe deynim vê bêjim: em ne gihan ji xwer bêjim. li dû xwe bêjim yek ji dehan ABDAL ser rûwê axê lîst-nivîst xwe tozkir. -2000 - Ciw@nê ABDAL Ciwanê Abdalhttp://www.pdk-xoybun.com |