PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



PÛTÊ HİŞYAR




PÛTÊ HİŞYAR

Pir tişt têne ber çav,
Xweş dibînim
Roj û sal û dîwar
Û dibin penaber.
..
Pir tişt têne ber guh weş,
Xweş dibihîzim
Deng û awaz û pergal
Û dibin koçer.
..
Pir tişt têne ber bal
Tên û diçin kaş û newal
Jibîr nabin, vedigerin dîgar
Û dibin keser.

Lê pirsa bê pirs
Çi jê ma li cem te nîgaş,
Ji ber wêna te winda bû
Ji ber navê te ber ba bû
Ji bilî sozê evîna te
— ma sozeke deyndar
Pir dîtin..
pir jibîrkirin
Lê kî tenê ma pûtê hişiyar.

* Halbesta Nûjen. *


Ciwanê Abdal

Ciw@nê ABDAL

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg