PAYEBÛNPAYEBÛNAzarê min ne erzaninKu li her qelaçî biçînim Bo sozek qelew derewîn Bo serdanek guf serjêkirî, Û Ez bazê xwe nafirînim Bo hevdîtineke beravêtî An Hîzarê xwe li her derê raxim Jiber buhane çûxê min Qedîfe û mexmele Hevirmêþe cawê min. .. Çawa li qefa û berqefa Ava xwe birjînim Û li çol û qelaçan Dilê xewar biçêrînim, Çawa Li wî dilê kilît kirî Li wî dilê ne vekirî bibim xwedî Û asoyê kedî-kirî girtîne Ezê çawa nezîvirim Û dil di singa min de tî û birçîye Û ahîna min û te.. ji hev veqetiya Ezê çawa tariyê tenê vexum .. .. Çimkî ez li vir Evîndarekî çakim An Evîndarkî çilekim Û serbilindim bi evîna xwe.. *-*-* 30. 10. 2005 * Halbesta Nûjen. * Ciwanê AbdalCiw@nê ABDALhttp://www.pdk-xoybun.com |