PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Mîr Tahsîn Beg: "Em divên neyên lîstika tu kesan!"





Mevandariya mezinê ola Êzîdiyan Mîr Tahsîn Beg li cem komela Êzîdiyên Oldenburgê - 6-Xal li ser parastina Ezîdîtiyê


Ji ber mêvaniya mezinê ola Êzîdxanê Mîr Tahsîn Beg li Almanyayê di roja 09.03.1997 de civînek li Mala Êzîdiyan li Oldenburgê bi beþdarbûna Mîr Tahsîn Beg çêbû. Komela Çand û Ola Êzîdiyan li Oldenburgê hemû Êzîdiyên li Oldenburgê û li derûdora wê vexwendeyî vê civînê kiribûn, da ku ew bi mezinê ola xwe re li ser daxwaz û pirsegirêkên xwe biaxivin. Di civînê de nêzî 300 Êzîdî, nûnerên komelên Êzîdiyan - Pîr Xidir Silêman, serokê Merkez Laliþ li Dihokê û Þemsedin Tunç, serokê komela Êzîdiyan li Leerê - û oldarên dunav beþdar bûn.



Mehmet Tekce, Khidir S. Khalil, Telim Tolan, Mir Tahsin Beg
wêne: L. Eglitis

Civînê bi rawestandineke bêdang ji bo Êzîdiyên di ber ola xwe de hatibûn kuþtin, dest pêkir û çar saet domand. Piþtre Hadi, birayê Bavê Þêx, qewlek xwend.

Di axavtina vekirina civînê de serokê 1. yên komela Oldenburgê Telim Tolan giringî û dûrtîna þexsîyeta Mîr Tahsîn Beg anî ser ziman. Ew timî xwe bi gelê xwe re girêdayî hîsdike û ji bo pirsegirêkan wan dilvekirî û dilþsewt e.

Mîr Tahsîn Beg konseptê ji 6 xalan avakirî pêþkêþ kir. Axavtina wî, ya bi çepikan re dimeþsiya, di eynî demê de bersiv û programê pirsegirêkên Êzîdiyan yên li ser rêya sedsala 20 bû. Rêaksyonê beþdarvanan di derheqa Konseptê-6-Xal de bi tevayî erênî bû.

Gelek Êzîdiyan di xeberdana xwe de dan xwîyanî kirin, ku bilindbûna windabûna îdentîtêta Êzîdiyan, ya ku berî her tistî jî xwe li cem ciwanan þanî dide, ferz dike, ku em ji nû ve bifikirin û divê ev yek bigihîje heya serok û oldarên dunav jî. Wek kêmasiyeke mezin hat tespît kirin, ku pirtûkeke li ser naveroka ola Êzîdiyan, ya tê de îfadên ji bo me hemiyan derbasbibin, ne hatiye weþandin.

Beþdarekî civînê qehra xwe li ser xwenelipitandina serokên zaniyar û oldar wiha da der: "Dîskûsyona (berizandina) li ser girêdana di navera Êzîdatî û Zerdûþtiyê de geþ ne dibû, heke ku pirtûka me î olî hebûya. Berpirsiyarên vê yekê jî zaniyarên oldarî dunav in." Bi rexnegirî hat diyar kirin, ku ji berê ve li hêvi bûn, Mîr Tahsîn Beg dîtinê xwe bi zimanekî hanêzelal bibêje û pozîtsyonekî (cîgakê) hanê verkirî bigire.

Mîr Tahsîn Beg jî wek kêmasî dibîne, ku wî di zemanê çûyî de ji ber sedemên polîtîk yên li welat nikaribûye bi têrkirinî bala xwe bide Êzîdiyên li Almanyayê. Ew roleke bilind ji bo parastina ola Êzîdatiyê dide Êzîdiyên ji Tirkiyê reviyane, hatine Almanyayê û dixwaze, ku Êzîdiyên azad li vir zexmtiyê (împûlsê) bidin Êzîdiyên li Îraqê jî. Li gor vê demê ku çiqas diçe, Êzîdiyên Îraqê pirtir diverevin û tên Almanyayê. Lê ew xemgîn e, ku henek nexêrxwazên Êzîdiyan dixwazin dubendiyê têxin nabera Êzîdiyên ji Îraqê û ji Tirkiyê. Mîr Tahsin Said Beg car din anî bîra Êzîdiyan: "Em divên neyên lîstika tu kesan!"

Di dawiya civînê de hemî beþdar gihîþtin vê ditînê, ku ev civîn hêja û cîgirtî bû. Daxwaz eþkere bû, ku civînên han di pêþerojê de pirtir çêbibin. Pir girîng tê dîtin, ku danûstandineke berfire navbera Êzîdiyên li Îraqê û li Almanyayê hebe. Civatê gelek tiþtên þêlû zelal kirin. þik tune: Mîr bi gelê xwe re ye û bi problemên Êzîdiyên li Almanyayê re radibe.