DERWÊÞÊ BÊ EDÛL DERWÊÞÊ BÊ EDÛLEz derwêþê bê Edûl imhesreta min ji dilê bi kul tê, hesreta ji evîna kûr... evîna min welatê min e welatê min Edûl e wêran, wêran e Welatê min... Ez Derwêþê bê Edûl im dikim nakim nagihim te... jiyana bê te Edûl, bê wateye þer navê te ye ji bo aþtiyê mirin rûmeta te ye ji bo jiyanê mirin ji bo welatê min Edûl, di jiyanê de tov avêtin e... Ez Derwêþê bê Edûl im hestên xwe yên veþartî diþînim ji te re gurtir dikim agirê bi bedena xwe ve... naxwazim tunebûna te bibînim hebûna min î tu di rojek e geþ û bêdawî de dirêsim keziyên te di rojek ji rojên bihara bi kulîlk de Ez Derwêþê bê Edûl im ji dengê te bêhna Dîcleyê tê... ji çavên te nêrînên tûj tên... kevoka di govendê deyî, li çiyayê Qerejdaxê hespê min, þûrê min, axa min, Edûla min... Ez Derwêþê bê Edûl im roja te pîroz dikim ji evînê re... gulistanê pîroz dikim ji hemû kulîlkan re... gel pîroz dikim ji Welêt re... jiyana nû pîroz dikim ji Edûla xwe re... Ez Derwêþê bê Edûl im... AYDÝN ORAKhttp://www.pdk-xoybun.com |