DESTANA DÎROKÊDESTANA DÎROKÊEy Dîcle û FeratWe çend caran dîrok di navbera xwe de Ji nû ve daye nivîsandin ? We çend gel di axa xwe de mêvan kirine? Wê çend hezar salan li ser axa Mezopotamyayê Þer berdewam bike ? Bes e êdî axê ! Mirovan tu bin ax dikî Bi xwîna mirovan kulîlk têne avdan Ey Axa Mezopotamyayê xwediyê te kî ye ? Gilgameþê xweþ mêr e, an Kawayê hesinkar e ? De bêje heta kengî tu yê bêdeng bê ? Kî nehêle li ser axa te þer çêbibe Ew xwediyê te ye Ez ê þer bikim ji bo ku þer biqede Ez nahêlim ku tu xêrnexwaz Li ser axa te bimînin Ez ê aþîtiyeke seranseri ser axa te çêbikim Ey Ferat, pêþî tu û Dîcle li hev werin Paþê keziyê xwe yên avê Berdin ser axa Mezopotamyayê Ey dîlan,dîlan bigrin Aþtiya av û axê çê bû Aþtiya gur û miyê çêbû Dijminatiya hezar salan xilas bû Þerên di navbera evîndaran de bi dawî bûn Aþîtiya mirov û mirovahiyê çêbû Ey Mezopotamya... Min xwediyê te dît, Xwediyê te aþîtiye… AYDÝN ORAKhttp://www.pdk-xoybun.com |