PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



JÝ BO TE




JÝ BO TE

Ji bo te ez bûm
Ax û kevir di bin cotê beyar de
Ji bo te ez bûm teyr û firiyam çûm çiyayê herî bilind
Belê ji bo te, tenê ji bo te
Ez bûm pelekî hiþk û ji çiqlê dara xwe ketim
Ku mizgîniya zivistanê didim
Bûm qaqlîbaz ji welatekî koç dikim
Diçim welatekî din

Ji bo te
Ez bûm agir û dilan di þewitînim
Bûm bi hezaran stêrk
Êdî heyv jî hostayê mine
Ji bo te
bûm derya û dinyayê di bin avê de dihêlim
bûm pirpirînk û yek bi yek li ser kulîlkan digerim
Ker dibim
kor dibim
lal dibim
Þev û roj ji min re dibin yek
Vê yekê bizanibe ji bo te, tenê ji bo te...
dilopek hêstirim dikevim ji çavên te
dibim baran û dibarim
hûr hûr...
li ser deþt û newal û bexçeyên evîndaran
Kulîlkên sor sor di çênim ji bo te
ji bo te bûm çîrok û ketim dilê dîrokê
Belê ji bo te, tenê ji bo te...


AYDÝN ORAK

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg