PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



ZAROKÊN DÎCLE




ZAROKÊN DÎCLE

Ey ...! Zarokên Dîcleyê
Evînên te yê ku hatine qedexekirin
Bi hêstirên kîjan dayikan hatine þûþtin
Lingê te yê terikî
Xwedana te ya þor
Keda çend hezar sala ne
Ku te bi neynûkê xwe kolaye ew dîrok

Ey ...! Zarokên Dîcleyê
Yê ku rengê xwe ji tîrêjê rojê girtiye
Ma koletî, sêwîtî, komkujî tev para te ye?
Tu xwediyê axa pîroz
Ku li dijî xêrnexwazan serî hildidî
Tu xwediye keda xwe yî
Xwediye mafe xweyî
Nahêlî mafe xwe ji tu kesî re

Ey ...! Zarokên Dîcleyê
Tu qet serî netewîne
Bikene þa bibe
Jiyan weke her kesî
Mafe te ye jî
Jiyaneke bi rûmet
Bi maf û bi biratî
Bijî û bide jiyan


AYDÝN ORAK

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg