BÊDENGÎ BÊDENGÎEz bêdengiya te me;Bêdengiya te ya newala qasaba Bêdengiya mirineke veþartî Ez bêdengiya te ya goristana Mirovê bê navim Hawar û qirîn di bêdengiya min de Dîlan û semah digirin Wisa bêdeng li min nenêrin Deng bikin, Biqirînin... Ez devê xwe vekim Ez ê bikim ku cîh di zîndanan de nemîne Ez ê bikim ku mirî bi hêrs ji goren xwe rabin Ez ê bikim ku dengê min Di ser çiyayan re bibore Rojeva cîhanê biguherînim bi dengekî tik û tenê AYDÝN ORAKhttp://www.pdk-xoybun.com |