EYÞANÊEYÞANÊEyþanê digot Mehemedo lo biraMêrga mele kaniya guzê biþewite li zeviyê Xweyinga te satila xwe avêtî milê xwe diçû ser kaniyê Lawê Îbrahîmê çaçan bi zorê hatibû ruyê min zerîyê * * * Mehemed digot lê lê Eyþanê xweyîngê Bila ehd û wehde li canê birayê te ketibe Birayê te sibê vê çaxê lê dixe lawê ibrahîmê çaçan dikuje Bila li birayê te were xezebê ezemet paþa Dest û lingên min qeyd û kelepçê bixîne Çend saleka birayê te bigerine li sirgunê li xeribiyê * * * Bi rebena bira me lê lê Birîndarê gulla me de lolo Li dara Dinyayê min tiþt nekir Sebeba birayê xwe bi tenê me gidî * * * Eyþanê digot Mehemedo lo bira Mêrga mele kaniya guzê biþewite li zeviya ketê Xweyinga te satila xwe avêtî milê xwe diçû ser kaniyê Lawê Îbrahîmê çaçan bi zorê hatibû ruyê min hurmetê * * * Mehemed digot lê lê Eyþanê xweyîngê Bila ehd û wehde li canê birayê te ketibe Birayê te sibê vê çaxê lê dixe lawê ibrahîmê çaçan dikuje Bila li birayê te were xezebê ezemet paþa Dest û lingên min qeyd û kelepçê bixîne Çend saleka birayê te bigerine li derîyê dewletê * * * Bi rebena bira me lê lê Birîndarê gulla me de lolo Li dara Dinyayê min tiþt nekir Sebeba birayê xwe bi tenê me gidî * * * Sibebû Mehemed ji malê derket lez kir dilezîne Mîrata tifingê digirt saralixê fîþengan li bejna ziravê nazik diþidîne Derkete derê malê bi sê dengan li lawê îbrahîmê çaçan kir qêqîne Gote lawo xweyînga min layîqî devê te nîne * * * Van herdû zilaman li ber hev sekinîn li meydanê Dest bi dest qapaxên serê hevûdû ve danîne Mehemed lê dixist qapaxa serê Lawê Îbrahîm çaçan ji erdê hiltîne Îbrahîm bi salê xwe mezine, emrê wî pêncî û pênc sal dîne Bazda alî malê mîrata tifingê ji malê hiltîne Ji pare ve derbekî berda, Mehemed li kêleka lawê xwe de werdigerîne * * * Kevþa van zilaman rabû, tevayê amîra li ser cinazan sekinîne Tevan þahidiya bêbextî dabûn, digotin herdûyan xwebixwe berî dane hevdû, hev kuþtine Ezê bala xwe didimê, cinazê lawê Îbrahîmê çaçan ji meydanê hilanîne Lê lê Eyþanê porkurê rabe cinazê Mehemed ji meydanê hilîne Yazixa mêrane bila cinazê wî li ber germa havînê nemîne * * * Bi rebena bira me lê lê Birîndarê gulla me de lolo Li dara Dinyayê min tiþt nekir Sebeba birayê xwe bi tenê me gidî Gotin : Dengbêj Zahiro |