EZEZ !Îro ji dest husna hebîb sergeste û heyran im ezMin eþq û muhbet bûn nesîb sewadê sergerdan imlez Eþqê gelek sewda kirin bê mal û bê mewda kirin Nûra çira winda kirin Mûsayê Imran im ez Mûsa ji dest husna bi nûr þêrîniya xalên di hûr Secde bire ber Kohê Tûr nêzîkî remzê wan im ez Remzê ku dê dilber bikin carek bi çeþman seyr bikin Dê kohê Qaf ker ker bikin mecrûhê pir-kovanim ez Min ah ji dest kovan û qehran min sebr nayêt li sehran Þubhetê mewcên di behran qulzemê umman im ez Qulzem û behrên di heftê agirê eþqê ku keftê Dê bisojit subhe neftê min diye, pê zanim ez Min diye muhbet çi reng e sohtim edoja pir-ye'ke Min mudam dil jê biheng e bi nalîn û efxan im ez Nalîna teyr û tuyûran kalîna çeng û bilûran Xulxulên di qesr û qusûran bulbulê xoþxan im ez Bulbulim daîm dixwînim ez yeqîn ez te bibînim Dîn dibim sewda dimînim serxoþ û sukran im ez Serxoþ û ebter kirim te ji illeta rengzer kirim Te sotim û ker ker kirim tu agir î buryan im ez Agir û pêta di dil da me'neyan daxan ku hilda Ew kitab naçit du cilda hafizê medhan im ez Hafizê medh û pesendan rohiya mehbûb û rindan Bê hisab werbûn di findan satiyê bêcan im ez Soti me qet pêt û nar ne kuþtîme derb lê diyar ne Min demek sebr û qerar ne nexweþê pir-jan im ez Nexweþê reng lê nemayî dest li ser falê nihayî Wan digot ji çavê giyayî kûþtiyê e'ynan im ez Kuþtime herdu 'uyûnan yan kî yêd nisbet ji nûnan Radikit ew qetl û xûnan girtiyê zindan im ez Girtî me insaf di mîr ne qazî û muftî ve bîr ne Qeyd kirim kes bê xebîrne bendeyê hicran im ez Ma di benda firqeta te canfidayê xidmeta te Da bibînim rehmeta te nobedarê xanim im ez Nobedarê qullehê xo dergevanê dergehê xo Bîne bîr û agahê xo tûleyê asîtan im ez Tûleyê dergahê yar im þev û rojan nobedar im Westayê der întîzar im çavrêyê Sultan im ez Çavrêyê sirra li pêþ im meqseda ezlê feniþ im Hicreta Yûsuf dikêþim Ye'qûbê Ken'an im ez Kor e bo Ye'qûb ji dînê j'perdeya daxa evînê Ger dibên veke birînê hewceyê Lokman im ez Wan digot Lokman tebib e gote min xef 'endelib e Þafiyê derdan hebîb e pê bawer û îman im ez Sond dixwim sa'id û destan kevir û seylêd li bestan Min bi xom li curhan bebestan be rahet û asan im ez 'Aþiqa rahetya kêm e agir û pêt a dilê me Çend hezar medhan dibême muhitê esman im ez Xwezî min sed ser hebûna sed hezar dev pê ve bûna Ew hemûl'medhên te bûna hêj bi wan niqsan im ez Ez kiz û zer bûm ji qehrê dê devêk çibkit ji behrê Yan du çav çibkin ji sehrê bê dîtina eynan im ez Sed hezar çav min divêna bayekî perde hilîna Xet û xal min têr bidîna eþqe qûtî can im ez Her kesê eþq tê eser kit sed hezar perdan di ber kit Hemuyan dê ker be ker kit tazî yû 'uryan im ez Perde çû ez mame tazî dil sirra mehbûb dixazî Min ibadet eþq û bazî bê mey û meyxan im ez Xaniya bade û mey tê mexnî yû hem çeng û ney tê Min ji eþqan heye-hey tê serxweþ û sukran im ez Serxoþê ava heyatê meclisa reqs û sematê Dê çi kim bi sewn û selatê b'kûzê û fîncan im ez Ew meyê gerden dirêjan þîþe û wan bade rêjan Min nema hiþ li nivêjan li deftera dînan im ez "Mim" û "Hê" aqil vederda sicleya eþqê û derda Lew qelem anî bi ser da me'fuyê Xufran im ez Feqiyê Teyran Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.com |