PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Birayê me yê hêja, Rêzdar Mihemed UZUN



Birayê me yê hêja, Rêzdar Mihemed UZUN;

Dema me bihîst ku ew nexweþiya kambax û bêkeys vê carê jî dev avêtiye pêsîrê te, bi rastî em gelek xemgîn bûn. Lewra ku êdî em gelek bi baþî dizanin, xerîbî malxerabî ye, xerîbî malwêranî ye. Her çend te û bi dehan ronakbîrên wekî te li welatê xerîb û xurbetê, gelek berhemên bijare amade kiribin jî, xûya kir ku xerîbî, ji tendurîstî yê we, ji laþ û bedenê we, gelek tiþtan bir û carek din bi paþve neanî.

Xerîbî, bêbextiyê bi me re kir. Lê her weha bû sebeb ku hûn berhemên bijare biafirînîn. Wekî bedel jî ji we emrê we, jiyanê we, canê we xwest...

Bêgûman, tiþtên ji serê we boriye, we bi dilê xwe hilbijart; kesek tu tiþt bi zorê bi we neda kirin û nikarin bidin kirin jî. We, nexwest ku hûn yek demek jî vî gelê bextreþ û belengaz, bê deng bihêlin yan jî piþta xwe biguhêzin daw û doza miletê xwe. Bê guman we jî -mîna gelekan-, dikarî bûn dakevîn derya kêf û seyranê û wê gavê êþ û jan ewqas bi hêsanî nedikaribûn bi pêsîrê we bigrin.

We, rêya xwe bijart û we mil da milê gelê Kurd. Ya rast û ya ku li we ji dixuya, ew bû. Camêrî û mêrxasî ew e ku mirov di rojên teng de miletê xwe bi tenê nehêle. Lê mala zordariyê xera bibe, ne hiþt ku rojeke þahî û dilþahî para me bikeve. Hemû rojan derd û êþ û jan, hemu rojan kul û xem û keser... Mîrata xerîbiyê jî, da ser wan derd û keseran û bû derdê ser derda.

Sirgûniyê, gelek tiþta da me, lê heyf û mixabin ku, ji wan zêdetir jî ji me sitend. Mîrata hisretê, dilê me yê polayîn, roj bi roj heland. Ew dilê ku di dehan îþkence û lêdan û tedayiyan de binketî nebû û hêviya xwe neþikand, anî hetanî van rojan.

Ýro, di vê dema xweþ de ku va ye êdî beþek ji welatê me yê þirîn azad e, biborin, em nahêlin ku hûn terka me bidin, lewra hê gelek karê me maye. Tikaye êdî ji îro pê ve neçin welatê xerîbîstanê û me di hisret û mereqê de nehêlin. Welatê me yê bindest li benda we ye, çavê wê li rêya we ye.

Hevalê bi qedir û rumet, Kekê delal;
Em bawer in ku ew bedena zexim û ew canê qayim, wê li himber vê nexweþîyê kanbax bi mêrxasî li ber xwe bidin û li dawiyê serkevtî bibin. Hêvîdar in ku di demek kin de, mizgîniyê baþî û saxiya te wê bigêje me teva.

Her sax û baþ be birayê me yê hêja û rêzdar. Bizane ku yên ji te hez dikin gelek in û yê ku bi te re neyartiyê dike ew nexweþiya bêbext e.

Vêca te divê ku kî dilþa biki? Yan me û yan jî wê…

Roj li me dereng e, zû rabe bira. Romana xwe ya nîviþkan temam bike, xwendevan li benda te ne.
Zû were bira zû were, rewþenbîr li vira civiyane, li hêvî ya te ne. Hetanî tu neyê, ev civîn dest pê nake. Gaziya hejar û nedara ji bîr neke.

Em bi te re ne, piþtevanê te ne. Em bi te bawer in ku tu rojek zutir werî nav dost û hevala bigerî.
Dereng nemine, tikaye...

Rêvebiriya Giþtî Ya Wêqfa Çand û Lêkolînî ya Kurdî

25. 07. 2006

Rêvebiriya Giþtî Ya Wêqfa Çand û Lêkolînî ya Kurdî

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_02.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg