Sozê me ..! Sozê me ..!Meji noþandina lêvan Mey di peyalan da nehîþt. Çû Soz da min. Ji tiketika dengê sanîyan borandina demê Evîn ji hinavê min diniqutand. Digot : "-Ezê bêm." Ez jî hîn mûman li ser masê rengîn dikime. Lê xuya ye Evîna min çongê wê dilerizîn . …û bi ser gulan da evîn diniqutî. Arama min westîya bû. Digot : "-Ezê bêm." Çav li rê serxweþ bûn. Bendewar bûm… Bi hesreta gimegima lingên wê . Guhên min awaz dilorandin. Digot : "-Ezê bêm." Hindik mabû roj herê ber ava, Tîrêjê asoyê þûrên xwe di asîman da wenda kiribûn. Hêdî hêdî Gupegupa dilê min Ji tiketika lêdana sanîya bezatir dibû. Digot : "-Ezê bêm." Berî ku roj xatir ji asoyan bixwaze. li ser cilika sihrî rûnim Ji bo ku bi lez bêm. Lê Rinûþtina li ser agir. Li hember min Kanîyên awazan melûl dibûn. Digot : "-Ezê bêm." Lê gava, ku hêvî bê aram bikurisin. Hestî li ber nerm bibin Xwîn tîr bibe Aso tîrêjê xwe ji asîmanê jîyana min bikþîne. Rewrewkên germa havînê li ber çavan Di dilê min da sar bibin. Hîn digot : Ezê bêm. Berî ku kîferat xwatirê xwe ji hestê evîna min bixwaze. Gîyanê min rihayê xwe ji koka dilê wê bipincirine. Hindik mabû ku dema sozê Me were. …û birbang dilê xwe ji awazê dengê çivîkan þîyar bike. Hindik mabû ku roj tîrêjê xwe ji bejin û bala asîman vereþîne. hindik mabû ku Gul û sosin bi ramûsanên rojavayê razên. Hindik mabû ku Em li ber kenarê deryayê berî roj herê ava em sozê xwe bi peyalak ji meya memikê wê diniqutîya binoþin. Noþenoþa me evîn serxweþ bikira. Axîn û nalîn Ji navbera can û rewanê me bifirîya û.. bi ser canê azadîyê da perwaz bikira. Hindik mabû ku roj herê ava. Hindik mabû ku ew li derîbixe. Hindik mabû ku ez bêjim, û wê bidim ber dilê xwe. Hindik mabû ku ez peyala wê berhimbêz bikim. Lê hîn çend lêdank ji sozê me mabûn. 09. 11. 2004 Hêjarê Kurdhttp://www.pdk-xoybun.com |