PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Mûsa di Peymana Nû de


Mûsa di Peymana Nû de



Di Peymana Nû de 80 caran behsa Mûsa tê kirin.

a )
  • Mûsa wek pêxemberê Xwedê tê qebûlkirin :
    "Þerîet bi destê Mûsa hat dayîn" ( Yûhenna 1 : 17 ).

    Þerîeta Mûsa jî ji aliyê Mesîh hat qebûlkirin : "Nefikirin ku ez hatime Þerîetê û nivîsarên pêxemberan ji holê rakim. Ez nehatime ku ji holê rakim, lê ez hatime ku temam bikim. Beriya ku erd û ezman bibihûre, herfek an nuqteyeke biçûk ji Þerîetê winda nabe, heta ku her tiþt bê cih." ( Metta 5 : 17 - 18 )

    b )
  • Îsa dibêje ku Mûsa li ser Mesîh pêxemberîtî kiriye :
    - Piþtî mirin û rabûna xwe, Îsa ji þagirtên xwe re þîrove dike ku her tiþtê ku Mûsa û pêxemberan li ser wî gotine, hat cih ( Lûqa 24 : 27 ).

    - Îsa ji Cihûyan re got : "Eger we ji Mûsa bawer bikira, weyê ji min jî bawer bikira, çimkî wî li ser min nivîsiye." ( Yûhenna 5 : 46 )

    c )
  • Mirovên din jî ev yek qebûl kirin :
    - Filîpos Natanyêl dît û jê re got : "Me ... Îsayê Nisretî dît, yê ku Mûsa di Þerîeta xwe de û pêxemberan li ser nivîsîne." ( Yûhenna 1 : 45 )

    - Cihûyan got : "Bi rastî jî ew pêxemberê ku wê bihata dinyayê, ev e !" ( Yûhenna 6 : 14 )
    Bi vê yekê wan gotina Mûsa a li ser Mesîh qebûl kir : "Ev, ew Mûsa ye ku ji zarokên Îsraêl re got: ‹Xwedê wê ji nav birayên we pêxemberekî wek min ji we re rake› ( ji : Dubarekirina Þerîetê 18 : 15 )." ( Karên Þandiyan 7 : 37 )

    d )
  • Mesîh ji Mûsa meztir e :
    "Þerîet bi destê Mûsa hat dayîn, kerem û rastî bi destê Îsa Mesîh hatin." ( Yûhenna 1 : 17 )

    "Her kesê ku baweriyê bi Îsa tîne, ji wan hemû tiþtên ku bi Þerîeta Mûsa we nikaribû hûn bê sûc bibin, rastdar derdikeve." ( Karên Þandiyan 13 : 39 )

    Tu kes nikare Þerîeta Mûsa ji sedî sed pêk bîne, loma xizmeta Mûsa "mirin aniye" ( Korîntî II, 3 : 7 ); lê Mesîh hat ku jiyana herheyî bide mirovan : "Vejîn û jiyan ez im. Yê ku bawerî bi min anîbe, miribe jî ewê bijî." ( Yûhenna 11 : 25 )

    Ev Çavkanî Wîkîpedi ya


    Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

    http://www.pdk-xoybun.com

    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg