AZADÎXWAZIM AZADÎXWAZIM Tîp û lekên kurd ketin zinaran Li hawîr bumba bû gullebaran Êrîs dibin der komên neyaran De rabe ser xwe, kurê min rabe! Shev ta sipîdê me nîne qet xew Cihan li ber me dibîte rew - rew Nêrkew nexwenî, çi bêî mêkew ? De rabe ser xwe, kurê min rabe! Bavê te çû sher, shêre li meydan Êrîsh dibin ser Îran û Tûran Destên xwe dan hev kurmanc û dostan De rabe ser xwe, kurê min rabe! Kengî mezin bû, divêm bixwênî Rewsha cihanê tu xwesh bibênî Ji nû tu karî dijmin derênî De rabe ser xwe, kurê min rabe! Keç û kurên kurd hemî shîyarbin Ji bo serbestî hemî li karbin Ji hevre dostbin, dijê neyarbin De rabe ser xwe, kurê min rabe! Dijware dijmin, Tûran û Firse Gernas û mêrbe, ji wan metirse Sibê shiyarbû, li min mepirse De rabe ser xwe, kurê min rabe! Ji bo xweshbin dem û gevên te Ezê sipîdê bighê bavê te Bere ziwabin herdu çavê te De rabe ser xwe, kurê min rabe! Milên xwe bidme milên berane Di sherda en tev xûshk û birane Êrîsh bikin em, lê sher girane De rabe ser xwe, kurê min rabe! Bizane, xwendin ji bo we derman Da ku bizanin qanûn û ferman Derxin ji dil em van tirs û sherman De rabe ser xwe, kurê min rabe! Destên xwe bidne destên çepên rom Bibin partîzan bi leshker û kom Carek metirsin ji "hok" û "fantom" De rabe ser xwe, kurê min rabe! Dibî bavê te di sherde bimrî Zinhar kurê min nebî tu bigrî Em tenê kushtin ji bo tu nemrî De rabe ser xwe, kurê min rabe! Dijmin naçî der bi lav û gazê Xwînê nerêjî naghê daxwazê Siba diçim sher divêm tu razê De rabe ser xwe, kurê min rabe! Shex û melan em tev kirne derwêsh Ev bû du sed sal, em bûne berbêsh Ba bêne kushtin, nemêni ev esh De rabe ser xwe, kurê min rabe! Shîn tê bi xwînê dara serbestî Îdî naxwazin dîlî, bindestî Ev êlperestî, ev olperestî De rabe ser xwe, kurê min rabe! Mirovperestim mîna Cigerxwîn Serbest bijîn tev, ne wek "Mem" û "Zîn" Jîna serbestî, divê me ev jîn De rabe ser xwe, kurê min rabe! Cigerxwîn Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.com |