Xizan Þîlan : EY WELATO ! EY WELATO !Welatê Rojê !Welatê hêlîna dilê min ! Welatê bindestan Kurdîstan! nizanim çend hezar sal in di nav agirê hesreta te de hinava dil û canê min disincire ezê navê te yê qedexe bûyî bi bizmarê çarmixa Mesîh li ser çermê karxezalan bikolim di navbera qite yên Cîhanê de mîna karwanê çola sehrayê diyar diyar bigerînim ala te ya stûxar û dîlgirtî bi gurzê Rustemê Zal rizgar bikim û di zikê çiyayên rût de di baxçe ya bihuþta giyanê xwe de daçikînim û bihejînim bi dilþadî Stockholm, 04. 08. 2005 Xizan Þîlanhttp://www.pdk-xoybun.com |