Beyta lalis û xwendineka hûyir Beyta lalis û xwendineka hûyirHeso hurmî Hatim lalisê mendehos zorî û stem, sal û zeman Ev bihesta pir nûr û xos derbazbûn heftê û dû ferman Li ber dergehê Sêx adî kes nekarî me windaket Bûm derwêsekî xirqepos me parastin ol û ziman *** Kanîya spî muhira pakî ye parastin koltorê kurdan Berat tubirek û çakî ye Sêx fexir û dawidê derman Lalis rewsa welatê min xidir û hesed û pisê cem Gevinewarê vî xakî ye derwês û pîr res heyran *** Beramber stûna miraza cilên me spî, xafka sûr Min dest bilind kir daxwaza zere agir, roj mah û nûr Welatê min rehabkey kesike buhar, ser salame Ji ejdehak û serrxwaza ala Kurdistan hildin jor *** Vîdyo kilîba beyta lalis keta kafa rewsenbîrî û taybet ya hunerê kurdî û çendîn dîtin û boçûnên cuda cuda bixwere anîn, ez jî wek temasevanek dê ra û boçûnên xwe înme ziman, hîvî xwazim bikarim heta radekî divê xwendina hwîrda rex û rwyên vê vîdyoklîpa hanê di tirazoya nirxandin û rexnêda bipîvim û bila xwendevanê vê lêkolînê bibe dadiwer û ez bi bawerim dê gelek pirs û ra û boçûn û enalîzekirinên cuda licem we jî peyda bin... Ez dê vê nivîsara hanê liser van teweran avakem-awaz wigotin - û wênegirtin û derihêynan-dîmen û cih sempulên îzdîyatyê..... Heted. Nasname : Nav : Beyta lalis Awaz û stiran : Hesen sirîf Peyv : Edîb çelkî Wênegirtin : Mihemed cano Derihênan : Hisîn Hesen Mûzîk : Turihan ya pistiran... Nayil yurtsever Niwandin : Oldarên dîynî - giropê sarîya yê hunerî Ekter : Rêkês sehbaz–Casim memanî–Yasmîn dawid–Nazidar nasir Sal û cih : 2006 – Lalis Dem : 8 xole Awrek : Eve kurte awreke di hunerê vîdyoklîpanda bigistî, li welatên rojava li dwîmahîya salên hevtêyanda destpêkirî ye ku bi wênegirtina giropên stiranê yên navdar lidemê nimaysdana berihemên xwe liser debê sanoyan radibûn... Wihêdî hêdî werar kirî ye ku wênegirtina stiranên van giropan bisêwey – Cilipis - anku dîmenên nerêk û pêk û ji hevdûketî ser ji nû bihevre girêbest kirîne û birêka muntajî hinek ciwankarî jî êxistine ser ji kinarê wêneyan ve û kirîne vîdyoklîp wipstî amîretên hunersaziyê yên pêskeftî peyda bûyin lewra bihemû teknîkave ketine diraja hunerê vîdyoklîpê da û li van salên dwîmahyê binavê fîlmê vîdyoklîpê hatine binavkirin çunke amêza pitir ji ( 4 ) corên huneran dike ( sîr - mozîka - stiran - guvend niwandin - hunerê vîdyoyê ) bihevre dike yek û liser dû ( cid ) yan têne çapkirin yek ji bo ( DVD ) û yan ( disic ) bo kompyoterî û rêkurdî û bisistemê ( sinkel ) hatî ye dirustkirin û (beyta lalis) wek kilîpeke nwî û mudêrin û biheman sîstemî çap bûye. Peyv : Birastî peyvên beyta lalis bisêweyekê gelek ciwan û rind hatîne daristin û helbestvanê stiranê ( edîb celikî ) zor bisarazane revtar di gel peyvan kirî ye û peyvên sakar û sade û pirr biraman û têgeh kirîne helbest û divan çend dêrikan û rêzikanda amêza panurama tiracîydîya êzdîyan wek piskek resen ji civatgehê Kurdistanê kirî ye. Wixweragirî ya êzdîyan hemberî mezintirîn û dirrindentirîn hêrisên ji navibirinê û wendakirinê û helandinê dinav van peyvande hatîne hembêzkirin û runahyê dide ser peydarîya êzdîyan dijî stemkaryê û pêgîrîya vê tiwêja giring bi netewe û ola xwe yaku vestirayî bi dabunerît wizman û cih û warên kurdî ku dikuka xweda netewa êzîyane, zêdebarî amajedan bi rolê pêsengên bawermendên vê ola kurda yaresen û dêrîn digesepêdan û parastina edebê kurda kirî ye. Peyv zû bizû têne famkirin ji kinarî her kesê bixwîne û guhdar bike, lê dinav xweda xudan ramanên pir kûr û pal rakêse oldar biçavê nîmçe pîrozyê berê xwe didene vê mijarê yaku bihna netewe perweriyê jê difuryên. Danerê peyvan xudan dîtineke derihênerî vesartî ye dinav pîtên peyvanda lê derihênerê vîdyoklîpê pêwîst e wan hizir û dîtina asikira bike û pêsitir bibe û bike jîwar û dinav da bijît, helbesta stiranê mîna dîwaneke sîrî xwe dîne pês ji kinarê raman û wateya û gehandina hizran ve, her rêzek jivê helbestê bipeyvên xwe yên nazik û ciwan... Wibhêz rolê helbesteka sax dileyizîne. Helbestvanî hewlldaye gelek peyv û cih û wargeh û keristeyên pîroz dimîtologî û vîlosovîyay û bîr û bawerên êzîyatyê bikar bîne mînak ( lalis - sîxadî - xirqepos - kanîya sipî - berat - sinuna miraza - 72 ferman - Sêx fexir - kûr hene. Erê gelo helbestvan ( edîb celikî ) bizav kirî ye rolê dînê êzdîyan diraja kurdayetyêda bîne berçavan yanjî bero vajî ? ! Bi dîtina min hozanivanî bi sarezayane gewidê helbesteke sê gosey avakirîne ku hembêza - dîroka dêrîntirîn dînê mîzopotamîya û cografîya welatê me û çanda zimanê sêrîn-dike û xwêndevan ( wergir ) ji kîjwan gosey ve berê xwe bidetê wê têgehê û ramanên artirî helgire ankûya vê gotinê eve – Helbestvanî - karî ye her dû pirsan bîyek bersiva Kungirîtî bide ewjî ( belê raste min ew bizav kirîne ), çunke ew wesa fam dike êzdîyatî û kurdayetî dinax û naverokê xweda yekin û çû hêz nikarin wan ji hevdû cudakin li dor navê helbestê – Beyta lalis - ez bawerim pirr pîroze ji sedema pîroz lalis ku ew hêvênê meyandina kinîyatî ye lidestpêka avirandina kinîyatê lipey mîtw logîya êzdîyan û niha jî take perêsgeha kurdî ye li Kurdistanê û peyva ( beyta ) ku corekê edebê dînî ye û pîrozîya xwe heye lê ez bawerim eger dastan ba ( dastana lalis ) wê pal rakês tir be. Stirandin : Pêrrabûn û bicihênana hunermendê deng xwes û xudan sîyan û karînên paye beriz (Hesen serîf) û gotina wî bo vê helbestê ez bawerim yê serkeftî bû heya radekê bas. Destpêkirina hunermend ( Hesen serîf ) bimewalekê rêxosikirine ji bo rakêsana guhdar û temasevanên xwe ji bo nav derîya vê dastanê. Bidengê xwe yê qeseng û bedew û xwes hunermend ( Hesen serîf ) gotarivane ligel mejî û wijdana kurdan bigistî û êzdîyan bitaybet. Hunermnd ( Hesen serîf ) dîwarekê mezin roxand ewjî bicil û bergên welatên rojava û modîrin bikarwanê jîyanêêzdîyatyê ya bihezareha salan distirê û eve nîsana berdewambûna êzdîyatyê di hemû çax û demanda (her çend e boçûnik heye dibêje ku cilubergên ( Hesen serîf ) ligel naveroka stiranê nagunce ) lê kesekî ne êzdî diçe ber dergehê lalis û dibe xerqebos û daxwaza ji stûna mirazê dike ku Kurdistanê ji serxwazan biparêz e, renge hinekî neyî sirt û siwarî peyvêye û nermatî digotina wî ya stiranêda hebûye lê eve nîmçe lawazyê peydadke lê her zû bizû bimozîka here xwes û pîroz û lezet û xwesîya denkî tê nixavtin, kak ( Hesen ) pitir di Aliyê awaz da yê serkeftî bû nemaze bikarînana mozîka dev û sibaban. Dîsan mewalekî kurt lidor dastana ( derwêsê evdî ) distirîne biberxwe dana vê lehenkê dildarê ax û welatî xwe yê ku canê xwe pêskês dike sexmiratî namûs û axa kurda, û edul jî wek sembola jîyanê û welatî dibîne. Dengê ( Hesen ) hest û nestên wergirê xwe darîne û disarîne û mejyê wî yê nepenîda dide çapkirin û berî wî dide cîhana sewdan û mestan, hunermendî karî ye wesabke ku peyvên helbestê bidestê hevbigirin û bikevne di samaya xudana sanda liber awaz û selîqe û dengê sibab û devan û her kesê guhdar dike dibe serkêsê vê guvenda pîroz, ( Hesen Þerîf ) we lipebivê dike ku kirinosê bo lalisa nûranî bibin... Peyv û awaz rolê xwe diguhurîn car peyv liberahyê be wicar jî awaz û ( Hesen serîf ) karî ye herduwan bîyek derribirînê bikar bîne birastî mozîkavana jî dirêxî nekirîne jibo dîyarikirina peyvan di kirasekî sux û seng û beharîda, ( Hesen serîf ) yek ji stêrên hunerê Kurdistanêye û ligel mezinatî wibhayê berihemî yek û dû temam diken û bandora xwe ya puzîtîv xisitî ye ser piroseya helpirikandina vîdyoklîpê ji bo peyskên herî bilind. Derihênana hunerî : Divê mijarêda em dê hewldeyn awrekî bideyne ser vê vîdyoklîpê ji kinarî sînaryo û derihînanêve bigistî.. Vîdyo kilîp kurte fîlmekî sînemayî ye amîza stiran û govend û hinekî ji nîmçe niwandinê û zarivekirinê dike, lidemê berê me guhdda stiranê û hizirên xwe dipeyv û awaz ( mozîk ) û dengê hunermendî da dikir û lipeyda me birrîyara xwe distand, lê îro vîdyoklîp ketî ye diraja stiranîda û dûrîyek e ( bid ) hunerî hevçerx winwî liser tuxmên stiranê zêdedke û stiran ( peyv û awaz û deng ) her binîyat û kok dimîne û ev hunerê nwî wergirî radikêse dinav xweda û dike biskek ji sînaryoya xwe û her yek ligur hez û vîyan û têgehistina xwe ji berihemîra cih digire. Hunermend ( stiranbêj ) dirêka vîdyo kilîpêda fikir û hizra xwe û naveroka stiranê de wê bigehîne wergirê xwe ( temesevan û guhdar ) birengekî mukmtir û bihêztir û reftar û serderîya awaz û deng û peyv û reng û dîmen uwêne dibine vakterên serêxistina pirojê stiranê, û çav û guh û xeyal û hestan hemûya bihevre didekar. Wênegirî dipirranîya dîmenanda zom bikar anîne û dîmenên nêzîk ji sembulên pirr raman û wata tomarikirîne helbet vîdyo kilîpê xwedan bîverên xwe yên babetî û xweyetî ye bê ku dîmenên bê raman û perawîzî hembêz bike çunke eger wêne û dîmen û sînaryoyê zîdekirinek nexiste ser ciwankarîya stiranê û hunermendî ( stiranbêjî ) bikesatîya wî ya rasteqîne pêskêsneke anku birolê xwe yê asayî ranabe û kêmasî heye. Di vîdyo kilîpa ( beyta lalis ) da derihênerê çeleng hisên Hesen dakukyê bihwîrî liser teknîka wênegirtinê dike ligel pwîtepêdana wî bi hevguncandina ( sînaryo ) û peyvên stiranê ligel sêwazê wênegirtinê daku bikare bigehe ruh û can û naxê stiranê û swîn tiblên derihêner hisên bas xûya dibin çunke lipst her stiraneke kilîpkirî ya serkeftî derihênerekê saraza û zîrek diwarê birêvebirina hunerê wênegirtinêda heye. Pitirîya derihêneran hewlldden di bîyavê hunerîda avirandina ges û seqayek e hevnêzîk û berawrdkirî ligel bûyer û rûdana peyda ke çi dikarê diramîda yanjî yê vîdyo kilîpîda û berçav wergirtina loçîkê dipeyhatina bûyera hunerî bisêweyekê bas daku ev berihemê hunerî ji hemû rex û rûyanive avakirîbe. Bidîtina min giringîya hunerê kilîpê di bizava sarstanîda xoya dibe demê barmancên rewsenhzirî dinav civatgehêda rabe û rêkeke ( sêwazekê ) avirandinê bo xoyakirina bikarînana metirîyal û mîkanzma daku debirrîna xwe ya kwîr ji asopeya civatgehê di kirasekî rêzilêgirtinêda bîne pês. Derihêner hisên Hesen pala xwe daye ser livlivîna bilez û cihguhartina kamîreyê ji dîmenekî bo dîmenê din dirêka asmanekî vala ji rawesitîyanê, her tist dîyek çirikêda, belku kêmtir jî diber sunahîya çavan re derbaz dibe û mirov hizir dike ku hêste tistek maye me ( wek temasevan ) nedîtî ye û dibe palder bo berdewambûn û dîvçûna temasekirinê... Evê kilîpê cihê xwe dinav xelkîda girt ji sedema dîmenên lezgîn û pir biraman ( vebûna dergehan – Lêdana dev û sibaban û bazdana hespan - sêdaredan û sotana kirasî.. Hitid ) ew bizav û livlivînên ne asayî û sirustî bûyine fakterên serketina berihemî û mitmane û pist bestina derihênerî liser hemû lehngên fîlmê vîdyoklîpê û sînaryoyê û piroseya wênegirtinê yaku avakirî liser bizava kesanên di kilîpêda neku tenê stiranbêj ..Evan fakteran astê berihemî bilind kirî ye. Derihênana vîdyo kilîpê bigelemperî peyveke vekirî ye jibo avirandin û dahênan û berihedaryê, lê kurtîya demê vîdyo kilîpan bigistî û ( beyta lalis ) ku demê wî ( 8 ) xulekin, pêwîsitî bigivastan hizraye û zîrekîyek ast bilinde jilayê derihênerîve heye daku biserfirazî hizra berihemî bigehîne. Sembulên mîtologî : Derihênerî gelek sembulên mîtologî licem êzdîyan bikar anîne û em jî dê ligor dîtina xwe hinek giringên ronahyê berdene ser çend dîmen û sembol û bizav û livlivîn û tablwyên hunerî yên rind û ciwan hîvî xwazim ez bikarim ji gay guh bidestive bînim. Komeka mirovan gayekî ji gay kujî dêne der û liber deryê mîr û suka meirîfetêre derbaz diken û dibene mezargeha sêsmis dikujin û qurban diken û dikene simat ( xwarina pîroz ) û liser xelkê dabes diken... Evê ayirdeyê rehên xwe yên dêrîn didîroka Kurdistanêda hene, nemaze licem mîhirperêsan û rolê mîhir ( rojê ) di dîyaneta êzdîyanda bas xûyaye û cihê wê pîroz heye çonke roj sembola xwedaye û xêr û bereket û ronahyê û jîyanê jî didumîne û kustin û qurbankirina gay bo rojê nîsana zîdebûna bereket ( zafî ) û xêrêye û girîdanek bihêz dinav bera gay û rojêda heye. Deriketina destekî ( mirovekî ) jinav axê – Erdê - nîsana destpêkirina jîyanêye, ku mirov jaxê durist bûye û girêdana mirovê kurd baxa wîve, hatina xelkê bo lalis nîsana tenahî û girêdana wan bipersgeha lalis ku sembola hemû welatî ye. Berê sibaykê ( textê êzî ) liser millên xelkê li hewsa perêsgehê ev rêwiresme cejna cemaya lalis tête pîrozkirin û gelek raman bixweve digire û jiwan ramana wexerikirina û kiras guhurîna mirovan. Dîmenê çaverînê û rawisitîyan û hatina xilmetkaran û oldaran û qedalan evê mozîka ( def û sibaban ) û hilgirtina çirayên vêxisitî pirr biramanin ( helbet çira pîrozîya xwe heye lewra lihemû rojên çarsembûya li mezargeh û perêsgeha lalis çira têne vêxistin û çira rengivedana ronahyê û rojê dike.. Dîsan mozîkê ( def û sibab ) pîrozîya xwe heye nemaze di mîtologîya dînîda û têkistekî dînî binavê ( afirîna kînatî ) vê çendê Diselmîne. Heft sur hatine hindave Qalib mabwî bê gave Gote ruhê tuboçê naçî ye nave ? *** Ruhê got li ba asiqa we meilume Heta bo min jibana nên saz û qidume Nîveka ruhî û qalibê adem pêxember zor tixube *** Saz û qidum hatin û hidirî Nura muhbetê hingivte serî *** Ruh hat û qalibê adem pêxember êwerî ( saz û qidum = dev û sebab ) Anku lipê mîtologîya êzdîyan ruh nekevte dinav bedena adem da heya mozîk hazir nebû lewra cihê xwe yê bilind heye. * murikirina zarokan û mezinan bava kanîya spî liperêsgeha lalis ji rê û resim û rewstên êzdîyan yên herî pîrozin û pêwîst e demê yekî mirî dison navê kanîya spî liser dînin û av yek ji çar toxmên qalibê adem jê hatî ye duristkirin û yek ji çartoxmên jîyanêye - ( ax û av û bay û agir ) zêdebarî wê hizirê ku dibêje lidemêtufanê ( ava res ) rabûy nekevtî ye divê kanyêda lewra binavê kanîya spî tê navkirin û pîroz kirin. * dîmenê pêxwas.. Helbet kesê herte lalis divê xwe pêxwas bike çonke bi bawerîya êzdîyan mala xwedêye û pîroztirîn wargeha êzdîyane. * qewal – Hilgir û parasivanên edebê dînê êzdîyan – Ev oldarine bicil û bergên kurdî û sasika sor têkistên dînî dibêjin ligel velurandin û lêdana def û sibaban.. Sotin û sidaredana kirasî pirr raman û siroveya bixove digire, hesp tevî çirrîna û bazdanê nîsana azadyê û pêserojeke ges û asoyên vekirî ye.. Tirasîn û qusandina rîh û simbêlan amaje pêdane bi zordarî û ( 72 ) ferman û stemkaryê jilayê dagîrikerên Kurdistanêve di heman demîda dan pêdane bi berxwedana bawerimenên ola kurdan û xwechên Kurdistanê li seranserî pêvajwyên dîrokê ye. Dîmenên serusîmayên kalemêran tevê çavên wan yên pir hîvî û umêd û kelisên rwî yê wan yên mist ji kul û xerîbî û çîrokên pir birûmet û bazdana zaroka beref asoyên gesitir û pêserojeke mifadartir û gesbîn tir û zarokên evro û genicên subehî û pêsengên ayinde û nîsana berdewamîya jîyanêye. Helbet gelek dîmenên dinijî ev vîdyoklîpe bixove digire lê bila siroveya wan jiwere bimîne û herîyek lidor dîtina xwe enalîzke. Helbet dîmenê govenda pîroza dînî ( sema ) ramanên pirr kûr di mîtologîya kurdan da hene û vîwlosuvîya destpêkirina mirovayetyê û jîyanê dide nîsandan û ji Aliyê dinive cil û bergên oldarên êzdîyan yên kurdî didene xûya kirin... Hejî ye bêjim ku vê govenda hanê ( sema ) pîrozîyek e xwe ya taybet dinav kulturê dînîda heye û heft curên vê semayê hene û lirojên cejn û helkeftan tên lidarxistin. Liser mere derbaz bûy ku peyva ( berat ) me amaje nedayî û dinav peyvên helbestêda hatî ye bikaranîn û vê peyvê ( berat ) cihê xwe yê pîroz dinav civatgehê êzdîyan da heye ewjî parçeyeka axa lalisa nûranî ye bava kanîya spî tê vestirandin weku zeytunekî girover tê duristkirin û pistî hisik dibe herkesê êzdî bixwere hildigire nîsana nîzîkbûna wî ji lalis re û girêdana baxa welatî wîve û bigelek merema tê bikar anîn mîna ( sund bê xwarin – Bo vebirrîna arîsan.. Wihtid ) derihêner pirr amajeyê dide rolê jinê dijîn û jîyarêda dide xûya kirin û hez ji destpêka avirandina jîyanê jinê di hemû qûnaxêda cihê xwe yê bilind û aza û hejî hebûye û di hevirrikîyeka berdewam da bûye carina ligel barudoxên jîyanê dipîwîstên jîyanê û carina jî digel cihê xwe û hevpiskî xweda. Eve ji têkistê peyva helbestvan edîb çelkî lidor vî ( CD ) : lalis ewa dikeve basûrê welatê me rûgeh û mezintirîn perêsgeha pîroza ola êzdîyane, êzdîyatî oleke yekxweda perêst û kevnarê kurdî ye. Ferhenga zîndî û zengîn a parastina ziman û pênasa kurdî ye, çeperê pêsyê bûye di bersingirtina enfal û fermanada. (( Ev helbesta mina ( beyta lalis ) peyama vîyan û rêzigirtinê ye jibo vî ola ku derîyayeka karesata derbazkirî ye û maye zîndî. Mesaceke jidil û can bo wijdanê mirovê êzdî yê ku herdem zîyan vê ketî û wî bixwe çi zîyan negehandî ye kesê. Vedana rûpelên dîrokî ye û girêdana dûhî û evroye bo pêserojeke bastir.. Edîb çelkî )). Peyva berî dûymahyê : Gelo jiboçî ev kopleya hanê ji beyta lalis nehatî ye stirandin ? Cilênî me spî, xafka sor Zere agir, roj mah û nûr Kesike buhar, sersala me Ala Kurdistan hildin jor **** Kak edîb di seredaneka xweda bo cem min li hullenda bersiva vê pirsêda û got : Çonke ev stiran li turikîya hatî ye tumarikirin û ji sedema peyva ala Kurdistan û tuxim perêsîya turikan û dijatîya kurd û Kurdistanê ev kopleye hate dûrxistin. Mixabin ji bo... û…Dîsan nahête wendakirin rolê çîyayê singal diwarê berxwedanê da û tûs bûna wan bo gelek ferman û kostaryê bikomel û lidemê vala stemkarîy û zordarîya biserê êzdîyan têyikirin, êkser singal bax û dar û çîya û xwe cihên xove tê hizra mirovî. Gelo wê nebas tir û derbirîn kwîrtirba eger dîmenekî singalê divê vîdyoklîpa hanêda heba ? Kes nikare retke ku huner xwedî peyameke pîroze û yek ji stunên dîyar û giring ji sarstanîyeta sivîl re li hemû cîhanê, û vîdyoklîp jî saxleteka reha û binibirr û pîroze ji hunerî re nîne çonke hunerê bas û nayab û xirab jî heye, îro bîru û boçûnên cuda liser hunerê vîdyoklîpê ( puztîv û nîgtîv ) hene, boçûnek heye dibêje eve çerxê cîhangîryê û gencaye û ji mafê wane ku rêk û rêbaza ew jê razî jibo têgehistin û dîtina wan jibo jîwarê xwe hilbijêrin û di Aliyê dinida giropek heye dibêje em divêt biparastina rewst û tîtal û nirxên xwe yên sincî rabin û vîdyoklîp dê hêdî hêdî nasnama me ya sarstanî ji nav bin û windakin, ez bibawerim huner bistêrên xweve dikarin biberpirsîyarîya xwe rabin jibo gehandina civatgehî jibo astên bilind û pêl hest û nestên xelkî neken belku berovajî kar û bandora xwe heye û ez ( beyta lalis ) liser vê hêlê dibînim lewra jî vîdyoklîpa beyta lalis livîstevala ( Kurdistanê ) yaku li zaxo li ( 7 - 8 / 1 / 2006 ) hatî ye gêran xelatê yekê wergirt zêdebarî bastirîn derihênan û bastirîn wênegirtin. Lidwîmahyê awatxwazim ev vîdyoklîpa ( beyta lalis ) bibe binîyatek jibo çêkirina fîlmekî etinografî – Dîkyomînter lidor êzdîyatyê ( dîn – Civatgeh )… http://www.pdk-xoybun.com |