EZEZezrêwiyê riya dirêj im li þev û rojan pênaberê çerxa aþê dîroka rûreþ im ezê ezmanê þîn bînim xwarê xwîna lêvên stêrkan maç bikim ezê vî kurmê mirar ê ku ketî hinavê axa min bi kuxika Sibîryayê re bavêjim der û bi belxema reþ tifî rûyê îxanetê bikim û devê kul û birîna jiyana bindestiyê bi hesinê Kawa yê bi agir sorkirî bikewînim ezê zar û zêçên sêwî tazî û birçî di bin konê pîrê de bihewînim û bi gêrikan re bikevim pêþbaziya jiyanê ezê berê qiblê bi duayê salname ya coxrafyê ber bi rojhilatê dilê xwe ve biguhêrim ezê êþ û tirsa nava xwe têxime tûrikê parsê û di sîngê ekvatorê de çal bikim Stockholm, 04. 04. 2005 Xizan Þîlanhttp://www.pdk-xoybun.com |