Ki wê ji bo te bigri Ki wê ji bo te bigriKî wêji bo te bigrî kî wê bejin û bala Evîna te li sawêrê xwe bigerîne kî wê gulîyên te ji xwere bike keras û perdeye kî wê ji hêsirê çavê te helbest û sitanan bide berheve kî wê dikaribe , te ji sawêrê xwe bavêje kî wê dikaribe , singê te ji xwere bike jîyana azadîye kî wê ji birînên evînê te romanan binivîse kî wê te li bîra xwe bîne heger ku tu ne tubî berî tu werî berî ku ez te nasbikim narvîna te li min bibû mîvan berî lêvê evîna te rûyê gîyanê min ramûse kî wê helbstan binivîse ger ku șîrînîya te ji pêçîyan der nebe û li ser rûpelên pitûkan nebe wêneyên buharê kî wê bîranînê te neke perwaz û bi ser laleșê da bi dar nexe ger ku tu ji çavan neyê xwar kî wê te jê bigrîne Almanya, 23. 02. 06 Hêjarê Kurdhttp://www.pdk-xoybun.com |