Şerê Cîhanê yê Yekem Berî Şerê Cîhanê yê Yekemîn (1914-1918) kurdan rêxistina Hêvî di sala 1912an de damezrandibû û kovara Hetawê Kurd jî dest bi weşanê kiribû. Çaxê Dewleta Osmaniyan di şer de li gel elmaniyan cî girt, xwest ji şer îstîfade bike û muxalefetê bêtesîr bike. Bi vî awayî êrîş birin ser kurdan jî. Pêşî rêxistina Hêvî û kovara Hetawê Kurd hat qedexekirin. Piştre endamên girîng xistin hepsê û dû re jî ew şandin eskeriyê. Di sala 1915an de fermana ermeniyan derket û bi vî fermanî re qirkirina mezin jî dest pê kir. Di nava demeke kin de nêzî 1.500.000 ermenî û 600.000 jî kurd hatin qetilkirin. Hukûmetê ji bo her serê ermeniyekî 25 qirûş bexşîş dida. Ango qîmeta mirovekî bûbû 25 qirûş! Ji ermeniyan ên ko dikaribûn birevin xwe bi awayekî xelas kirin, ên mayî çi bêje bi giştî hatin qetilkirin. Nêzî 700.000 kurd hatin nefîkirin û ber bi Anatoliyayê (Ankara, Konya, Kirşehir û Nevşehir) ve hatin şandin. Cihên ko ermenî û kurd jê hatibûn valakirin bi tirkan hatin dagirtin. Piştî şer bi dawî hat, rewşa beşê Kurdistana ko di destê Osmaniyan de bû bi tevahî guhirî. Hêla El-Cezîre û Çiyayên Kurd bi Sûriyeyê ve hat berdan û îdareya Sûriyeyê kete destê Fransayê. Hêla ko niha di nav sînorên Iraqê de ye (niha di beşek başûrê Kurdistanê de îdare di destê kurdan de ye) jî kete bin hukmê îngîlîzan. |