PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Em teqîna li bajarê Amedê þermezar dikin.



Em teqîna li bajarê Amedê þermezar dikin.

Me di nuçeyanda bihîst serê sibeya çarþemê li Amad ê teqînên bombeyan çê bû. Di van teqînanda yanzdeh kes mirine û huvdeh kes jî birîndar bune. Piraniya miriyan zarok in, tê ragihandin ku yek ji wan dergûþek e.

Bombe li rawestankekî otobusê hatîye bicîhkirin. Tê gomankirin ku bombe ji dûr ve bi telefonên mobîl hatiye teqandin. Berpirsiyariya vî çalakiya bixwîn heye, lê hetanê niha ji alîyê tu grûbê ve nehatiye pejirandin ( qebûlkirin ).

Di avabuna komara tirkiyê de ji Topal Osman virda çeteyên curbecur ava buye û van terorîstana xuna me Kurda û kêmnetewan rijandine.

Îro jî ecizîya sazîyên dagirkerê bakurê Kurdistanê ango rayedarên hikumetê û generalên tirkan, xwe li bajar û qezayên metropolan tirk lê dijî jî didin dîyarkirin ku, çeteyên kolanan, faþîst û þoven û nijadperestên tirk li kuçe û kolanên xwe cirîtan diavêjin û êriþan dibine ser kurdên li metropolan dijîn.

Komara Tirkîyeyê ji bo ku sîyaseta xwe ya dagirkerîyê zordariyê li ser milletê kurd û li Kurdistanê berdewam bike ango bidomîne, ji aliyekî ve leþkerên xwe li ser ”hidûdan” zêde dike û ji aliyê din ve jî dest bi terora li hemberî kurdên sivîl dike. Armanca wan eveku jimara leþkerên xwa li Kurdistanê zêde bike.

Tirsa dagirkerên bakurê Kurdistanê eve : Ew ditirsin kû di mavêna Kurdên baþur û bakurda germayî û têkilî ya yekîtîyê çê bibe.

Teror, bikaranîna zorê ( Bêzabunê - Þîddetê ) û bi sîyaseta Mandelkirinê ( Lixwenedanînkirinê înkarkirinê ), tu caran pirs û pirsgirêk çareser nabe. Kurdistan demek dirêj jî, di bibinê bandora dagirkeranda namîne.

  • Em hemû tenînên li Kurdistanê û vê êrîþa hov, vê jenosîdê, vê teror û zora li dijî milletê Kurd bi tûndî þermezar dikin.

  • Em bangî Raya Giþtî ya Cihanê dikin ku li hemberî vê siyaseta qirêj ya Komara Tirkîyeyê rawestin û piþtgirîya doza milletê kurd ya neteweyî, demokratîk û mirovayî bikin.

  • Em bi her awayê li dijê dîktarîyê, teror û hovîtîyê nin. Em herdem amadenin ji boy berjewendî ya merovatîyê û demokrasîyê, li dijê terorê bi devlet û partîyên dinêra hevkarî bikin. Her bimire terorên li dijê merovatîyê !

  • Em ji Ezdanê dilovan ji birîndarara saxî û ji malbatê þedîdanra sersaxî dixwazin û bila serê milletê kurd jî sax be…

    14. 09. 2006









    Partiya Demokrat a Kurdistan - Xoybun

    Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

    http://www.pdk-xoybun.com

    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg