PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Însîyatifa Partiya Kurdistanê. : DAXUYANî BO RAYA GIÞTî



Însîyatifa Partiya Kurdistanê : DAXUYANî BO RAYA GIÞTî

Miletê Kurd di welatê xwede bi sed salaye go ji alî dagirkeran ve tê qirkirin û mafê wîyê dayîkî, welatî, netewî dibin zilm û zora wan de di perçîqê, di nav dîroke pir nezîkde ( ji sedsala 19'ê ve ) heta nûha komkujî, zîndan, koçberî û talankirin li ser Kurda her berdewam e. Di 2006 an de li Þemzîna, l i Colemêrgê, li Wanê, di meha adarê de li Amedê bomba hatin teqandin. Bi dehan gelên Kurd hatin þehîd kirin û can, mal zîyan bûn û îrojî dîsa li Amedê 11 kesê Kurd hatin þehîd kirin û 15 kes ji birîndar bûn.

Her çi dema go bûyarên weha çêdibin ne tesadufin. Tevê wan bûyaran ji encamên sîyasî þûnde derdkevin. Teqandina nû go li Amedê çêbû li gora me bersîva qoordînatorê go ji alî Amerîka ve hatibû þîyandin û ew hate Anqerê, ji alîyê dîn ve serokê DTP Ahmet Türk bo agirbesê bang li PKK'ê kir, ev jî didê nîþandan go dijminê Kurd û Kurdistanê naxwazin agir bes çêbit û naxwazin PKK rawastê lewra, ger evana pêk werin wê dewleta Tirkî a kûr, bê helwest û bê rojev bimîne.

Êdî tu mehana namînin go bi Kurd û Kurdistanîya re dijminatîyê bikê. Dewlete Tirka ji Amerîkan ra, ji Yekîtîya Ewrupa re, ji Êraqê re, ji Kurdistana Baþûr re û ji Îranêr re dibejê PKK xalas bikin. Li gora wan dinya tev cendermetî ya tirk dikin. Tirk dibêjin qoordînatorê PKKê wê "PKKê sîyasal bikê" xwedê giravî!Lewra li pêþberin.

Halbukî ew ne ji sîyasal bûna PKK ditirsin, ew ji meþruîyete Kurdistanê ditirsin. Bila ew bizanin go ji xwe Kurdistan di nav dewleten de meþruîyet bi dest xistiye. Þovenîzmê çavên desthilatdarên dewleta Tirk kor kirîye. Bo xwe jî rêke rast nabînê.

Em, vê teqandina go li Amedê çêbû em dizanin go ji alî "iyi çocuktur" ve çêbûye. Wek mînak go generalên emeklî di got "em hinek taqandina didine çêkirin bona valîyên bajêr bêne hîzayê". Ev çalakî ji kû û bi destê kî hatibê kirin, ewana tev dijminên Kurd û Kurdistanê ne.

Her Kurdê welatparêz û netewî gerek vê çalakîyê lanet bikê û bila bizanî be go ev çalakîyê weha bi destê dijminên Kurdan çêdibin.

Em ji þehîdên xwe re Behiþtê, ji malbatên wan re ser saxî û ji birîndaran re jî þefayê dixwazin.

AMED, 15. 09. 2006
îNSîYATîFA PARTîYA KURDISTANÊ

Pêlê nivîsa kêlekê bike : Însîyatifa Partiya Kurdistanê - Daxuyanî Bo Raya Giþtî.









Însîyatifa Partiya Kurdistanê.

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg