PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Peymana Sewrê û serhildana Berzencî (1882-1956)


Piþtî ko elmanî û bi wan re jî osmaniyan þer wenda kirin, di peymana Sewrê (1920) de biryar hat dayîn ko kurd û ermenî jî li bakurê Kurdistanê bigihîjin azadiya xwe. Lê mixabin ev bi tenê li ser kaxez’ ma. Xuya bû ko hê ji hingê ve Dewletên Hevbeþ li ser kurdan difikirîn, lê hesabê wan her tim li ser "hespê" qewîtir bû.

Îngîlîzan ko Iraq di bin bandora wan de bû, vê carê ji hukûmeta Iraqê daxwaz kirin ko li deklerasyona xwe xwedî derkevin û mafên kurdan ê otonomiyê bi cî bînin. Li gora vê deklerasyona ko di navbera hukûmeta Îngîlîz û ya ereban de hatibû îmzekirin, diviya ko kurdan di nav sînorên Iraqê de otonomiyê bi dest bixista.

Hukûmeta ereb ne razî bû ko çi otonomî bide kurdan, lê ji ber rewþa xwe ya bindestiya Îngîlîzan û bêhêzbûna xwe ne digot "na" jî. Çawa hebe "kurd jî beþek ji gelê dewleta Iraqê" bûn. Her wiha kurd bi xwe jî ji rewþê ne razî bûn. Hê di sala 1918an de Þêx Mehmûdê Berzencî û gelek pêþevanên kurd îmze berhev kiribûn da ko di bin bandora Îngîlîzan de hukûmeteke kurd ava bikin.

Malbata Berzencî ji salên 1850an ve di herêma Suleymaniyê û derdora wê de pêþevanî dikirin. Bavê wî Þêx Saîdê Suleymanî jî piþtî serhildana 1908an hatibû bidardakirin.

Di çiriya paþîn de temsîlkarê Îngîlîzî Noel, li ser navê Împaratoriya Îngîlîstanê hukumdariya Baþûrê Kurdistanê da Mehmûd Berzencî. Lê piþtî demekê ko Soan kete dewsa Noel, rewþ guhirî û împaratoriyê xwest ko li hember Berzencî û hukûmeta kurd hinek guhartinên fermî pêk bîne. Kurdan ev qebûl nekir û Berzencî biryara berxwedanê da. Piþtî þer, Berzencî di gulana 1919an de wezîfedarên Îngîlîzan da girtin û serxwebûna xwe îlan kir.

Berzencî her wiha ji çaraliyê Kurdistanê alîkarî daxwaz kir. Wî digel vê ji Lenîn re jî bi nameyekê ve daxwaza piþtgiriyê kir. Mala Barzaniyan bi serokatiya Þêx Ehmed çûn hewara Berzencî û di þerê li hember Îngîlîzan de ciyê xwe girtin. Mistefa Barzanî hê di wê demê de serokatiya hêzeke kurdan dike û di Dola Piyaw de bi cî dibe. Þêx Mehmûdê Berzencî di sala 1922an de xwe milûkê Kurdistanê îlan kir. Îngîlîzan bi balafiran ve Kurdistan û bi taybetî jî hêla Suleymaniyê seranser bombebaran kirin. Tevî vê jî hêzên Berzencî nêzî du salan bi ber xwe dan.

Çi mixabin serhildan zêde dom nekir. Îngîlîzan tevî balafirên xwe êrîþan birin ser Suleymaniyê û hukumeta ereb û îngîlîz dor li hêzên kurdan girtin. Ev serhildana Berzencî jî di sala 1924an de bi dawî hat. Dê Berzencî þeþ sal þûnde dîsa serî li hember dijmin hilda û Suleymaniyeyê bixista bin destên xwe. Lê ev jî bi ser nakeve û îngîlîz Berzenci demeke dirêj li cihekî mihkem dixin bin çavan. Mehmûd Berzencî ko xwe milûkê Kurdistanê îlan kiribû û li ser navê xwe dirav dabû çapkirin, piþtre derbasî Bexdayê bû û li wir di sala 1956an de çavên xwe ji jiyana bêbext re girt.