PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Maruf Yilmaz : QAMPAMYA JÝ BO LANETKÝRÝNA TERORA KOMARA TÝRKÝYÊ LÝ AMEDÊ


”KURÊ MÝN OCAXA MALA APÊ TE MEHMÛD KOR BÛ Û DERÊ WÎ MOHR BÛ, ZAROKÊN HOTO KUÞTÝN.”


Hebûn, hustu xwar û bi tenê ma.

Organîzekirina kuþtina kurdên bijarte armanca TÎT-ê ye. TîT hêza kûr a dewleta tirk e. Bi gotineka dî, pismanên min ji alîyê ” TÎT- Turk Înkam Tugayî ” ve hatin kuþtin û çend sal berê ’çend kes ji alîyê JITEM-ê ve hatibûn kuþtin.

Ev herdu rêxistin; teþkilatên Generalên Tirk in û ev rêxistin parastina komara tirk bi xwe ne. Hê di dema Osmanîyan de ”Teþkilat-î Mexsûsa”, rêxistina ku MÎT jê çêbûye, hebu û wê rêxistinê eynî metodê bikar dihanî. Armanca hemûyan wek hev e, wan dixwest û niha dixwazin gelê Kurd ji ser rûyê erdê rabikin.

Çalakîyên TÎT-ê kuþtina zarokan, bombekirin û xerakirina Kurdistanê ye. Ev rêxistin di kar û xebata xwe de diþibe JÎTEM û HAMASÊ.

Terora, bi destê dewletê zêdetir dibe û tê gotin ku dewlet dixwaze kesên bijarte bikuje û bi hawayekî çavê xelqê bitirsîne. Kuþtina zarokan ji bo reng, nîjad û ola wan ne gengaz e ku di vê dema modern de bê pejirandin. Zarokên ku ji bo vê yekê tên kuþtin tirk jî bin, Çînî yanî ereb bin ango Rûsî bin, divê ev çalakî bê rûreþkirin û tawanbarkirin.

Standartên cuda di vê mijarê de divê nehê qebûlkirin.

Tirk dibêjin: ”Tirkek hêjayê tevayîya dinyayê ye û zimanê tirkî bingeha hemû zimanan e.” Tirk ji bîr dikin, ku tiþtê mirov ji xwe re dixwaze, mafên gelên dî ne jî. Kurd neteweyekî mezin e û ew wekî neteweyê Alman ango Ereb xwedî maf e û wekî her neteweyek li ser axa xwe serbest bijî. Ez dibînim hin Kurdên Swêdê diçin komeleyên tirkan, lê tirkekî Swêdê nayê komeleyên Kurdan. Çima ? Bi rastî komeleyên Tirkên Swêdê, bi Kurdan tijî dibin.

1. ) Zarokên Mehmed Demîr ( 33 - 34 salî ) : Zîlan 8 salî, Evîn 10, Mizgîn 12 salî Þîlan 7 mehî. Çar birayên Hebûn Demir û dayîka wî di teqandina Diyarbekirê de jiyana xwe dan. Hebûn bi tenê ma.





Hebûn - Amed, 13.09.2006

2. ) Zarokên Hevlingê, Hevçengê ( bacanax ) Mehmed Demîr yanî zarokên Mehmed Çetinkaya : Îbrahîm, Nalîcan ( Nazli ), Nazar û xaltîya wan Emîne Çetinkaya wekî zarokên Mehmed Demîr bi destên mêrkujên Komara Tirkiyê ve hatin kuþtin.

Dayîka Îbrahîm, Nalîcan û Nazarê birîndar, dê pîyekî wê jê bikin. Ez wekî pismanê Mehmed Demîr, vê daxwazê ji, neteweyê kurd dikin. Em hêz û quweta xwe li dijî þerê qirêj bikin yek û em berê xwe bidin dijminên xwe yê sereke, em kurd wekî neteweyekî mezin bikevin rojevê, em bi hevûdu mezin dibin, hingê em bi quwet in.

Ez bi vê banga xwe piþtgirîya pismanê xwe dikim :

  • Ez wekî pismamekî MIZGÎN, EVÎN, ÞÎLAN, ZÎLAN, FAYDE….li Swêdê, bangî RAYA GIÞTÎ dikim ku ew li hemberî vê terrora dewletê rawestin û dewleta tirk bidin dadgeha Yekitîya Ewropayê.
  • Rêxistina generalên tirk ”TÎT” û ”JÎTEM” bikevin nav lîsteya terorîstan û ew di dadgeha navneteweyî de bên dadkirin.
  • Neqebûlkirina hebûna kurdan nakokîyan zêde dike û dibe sedemê þer û terorê.
  • Em tika ji RÊXISTINA EWLEKARÎ Û HEVKARÎ YA LI EWROPA ( KEHE ) dikin ku ew heyekî biþîne Diyarbekirê û ji bo lêkolîn li ser terora Komara Tirkiyê çêbike.
  • Hurmetgirtina mafên mirovane û azadîyên hizrî, dîn, wijdan… Bi rêya aþitî çareserkirina nakokîyan.
  • Ez bûyera teþkîlata generalên Tirk, Komara Tirkiyê lanet dikim. Divê em wekî neteweyekî mezin, bi hevre vê çalakîya Tirkiyê lanet bikin da ku raya giþtî bizanibe ku ev çalakîyê wisan bi destê dijminên Kurdan çêdibin.
  • Ez wekî pismamê þehîdan, teror û qetlîama dijî zarok û xelkên sivîl lanet dikim.
  • Ez gazî YEKITÎYA EWROPA, NETEWEYÊN YEKBÛYÎ Û DEWLETÊN YEKBÛYÎ YÊN EMERÎKA û hemû rêxistinên mirovane dikim, ku ew piþtgirîya doza zarokên kurd bikin û çareserîyeke jê re bibînin.
  • Teror, bikaranîna zorê û bi înkarkirina neteweyê kurd, tu caran pirs û problemên heyî çareser nabin, heta zêdetir dibin.

    ”EZ MARUF YILMAZ, PISMANÊ ÞEHÎDÊN DIYARBEKIRÊ, PISMAMÊ EVÎN, ÞÎLAN, ZÎLAN, MÎZGÎN, FAYDE ( DAYÎK )…ME PISMAMÊ MIN BI DESTÊ HÊZA TARÎ YA DEWLETA TIRK VE HATIN KUÞTIN. KURÊ MAHMÛDÊ QESAB, HOTO LI FARQÎNÊ JI DAYÎKA XWE BÛYE Û LI WIR MEZIN BÛYE. HOTO DIHOLVAN BÛ Û BI KOMA STRANBÊJÊN FARQÎNÊ RE DIÇÛ DAWETAN.

    GUNDÊ ME XOSOR HÊ DI SERHILDANA ÞÊX ÞEÎDÊ PÎRAN DE TEVÎ HEYWANAN HATIBÛ ÞEWITANDIN Û XOSORÎ BERÊ XWE DABÛ BAJARÊ FARQÎNÊ Û LI WIR BI CÎH Û WAR BÛBÛN. PIÞTÎ SALA 1980î DEWLETA TIRK GIRANÎYA XWE DA SER BAJARÊ FARQÎNÊ Û PISMAMÊN MIN JI WÊ DERÊ JÎ, ÇÛN DIYARBEKIRÊ Û LI WIR BI CÎH BÛN. APÊN MIN MEHMED DEMÎR Û MEHMED YILMAZ MALÊN XWE BIRIN ÎSTANBÛLÊ. JI BILÎ WAN, APÊ MIN HESEN DEMÎR Û 20 MALÊN DÎ BERÊ XWE DAN ADENEYê Û LI WIR BI CÎH Û WAR BÛN. XOSOR, GUNDÊ LICÊ YE Û EW DI NAVBERA ÞÊXMÎRAN, ZEGISORI, MURTEZAN Û KAVARÊ ( GUNDÊ ( HESEN DEGER) DIKEVE Û ÇIYAYÊN WÎ BILIND IN. XOSORÎ BI DENGÊ RADÎYOYA BARZANÎ MEZIN BÛNE Û HETA NAVÊN ZAROKÊN WAN BI KURDÎ NE. EV HER ÇAR GUND KURDÊN ZAZA NE Û ZAZAKÎ Û KURMANCÎ DENG DIKIN. ÇEND XOSORÎYÊN NAVDAR HATIN KUÞTIN, NIMÛNE: AHMED TURAN ( DDKD ), SAYIM( KURÊ EFEDÎ, HEVALÊ YILMAZ GUNEY )...

    14. 09. 06

    Maruf Yilmaz

    * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *

    Binêre : Di teqandinê da ji malbata Çetinkaya a gelê navçeya Silvanê ku ji bo ziyaretê hatibu Amedê 7 zarok, Ebdilla 8 meh, Nazar 4 sal, Dîlan 9 salî, Zîlan 6 salî, Þîlan 3 salî, Nazli 8 salî, Mizgîn 13 salî, û dayîka zarokan Fahîde Demir jiyana xwe ji dest da. ( www.rizgari.com )

    28. 09. 2006









    Maruf Yilmaz

    Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

    http://www.pdk-xoybun.com

    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg