PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Sedema Belengazîyê, Talana Li Kurdistane.


Sedema Belengazîyê, Talana Li Kurdistane

Salên hezar û heysid û nehsidane.
Li me xirav hat, ev çi sal û devrane.
Zingîna heytehola dagirkerane.
Derî û pacê wan, ji darê Guzane.

Li Kurdistanê jî, derî ji Şirtane.
Sewaxa derîya, bi Ka û Rêxane.
Ger bêjin ev çi hele, hun paşta mane ?
Bêjin sedem, talana li Kurdistane.

Erd û hustunê mala wan, ji Mermerane.
Xanîyên me, ji Keviran, wek holikane.
Ban bi axa şor, fermana dilopane.
Berf barane, nexwaşê me, bê dermane.

Çi wêranîye ? ne xane, ne dikane.
Dizê hebuna Kurdistanê, bi palxane.
Mîrê Kurda kuştin, kêyf û şahîya Axane.
Lê şervanên Kurd, bi Rim, Şur û Zirxane.

Kujerê Mîran, devleta Osmanîyane.
Axatî yê danîn, li dewsa Mîrane.
Axa wekê, Gayê baran, li ber, nîrane.
Zarokên Wahdetîn, mir, reş, girê dane.

Ên, di şahî ya wan da, xwe, di hejîne.
Ên, di şînên wan da, Tehzayî da tîne.
Ên, di dîlanên wan da, xwe, di reqîsîne.
Ew Axa ye, sazî ya Osmanîyane.

Ji wan, rabu, yek mêxasek, ji Cibrane.
Xalit begê, hevalê, Mîrê Kurdane.
Wê demê, Zîlan, Mîlan, Kîkan, Cibrane.
Tev, federasyona, eşîrên Kurdane...

Ên, li ber Pêxîrînga, dagirkerane.
Ên, birçî yê, ser text û aşxanane.
Kurê Rehya, dujminê kurê Mîrane.
Bi kirasê Kurdî, Şêrê Îslamêne.

Hemu, derbas bu, Axa jî, ji bîr bune.
Zarokên wan, wekê, Ala Rengîn mane.
Jin, Qîz û Bukên wan, bi tilîlîyane.
Kurdistan, bi Artêşî û Polêsane.


29. 07. 2006


Têkilî : alicahitkirac@yahoo.de & mirezdin@hotmail.com







.




.











Kurdistan Welatê Kurda ye ! Kerkûk Dilê Kurdistanê ye !





Bimire Dagirkerî ! Her Bijî Kurd û Kurdistan


Piroje ya Kurdistan a Mezin ! Groß Kurdistan Projekt !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


http://www.xoybun.com/nuceimages/Parastina_Sinore_Kurdistana_Mezin_1.jpg



Sosyal, Çağdaş, Bağimsiz, Bîrleşîk ve Demokratîk, Kurdistan Îçîn, El Ele Vêrîn !





Avakirina Kurdistan a Mezin, Egera Aşîtî û Demokrasî ya Cîhanê ye !





Komela Bazirganên Kurd û German Ava Dibe.





Banga, piroje ya bazirganî û piroje ya Kurdistan a mezin ... !