Abdullah Karabag : Mehkûmê Dilê Xwe Me Mehkûmê Dilê Xwe Me- Ji Mehmed Uzun re -Tu kes nikarin ji ber xelas bin, Hîn negîhîþtime, hêvalên te ne Berhewa dikine bi mêlên xwe; Kela kelê me li ser meqama te Lê, ez mehkûmê zara xwe me ! Tu helatî ji nav rind û bilindan Pepûlê ber þewqa çavên te me; Hesret mam, qet min têra xwe Li vî alî, li wî alî temaþe nekir Lê, ez mehkûmê soza xwe me ! Ketime nav deþt û keviristanan Vedidim der û beran, ne dîn im Ma kevir biqelþin li ser keviran Karê min ne defîne û gewher in Lê, ez sîmyagerê zêra xwe me ! Serê min de tim tên sêwirandin Tu disefînî bi stêr û balinde ve; Ez ne nexweþ im, pir darhal im Dixwazim te bigrim bê sêrbazî Lê, ez mehkûmê dilê xwe me ! Abdullah Karabag ( Sewta Berbangê ) Abdullah Karabaghttp://www.pdk-xoybun.com |