DAYÊ TU MEGRÎ DAYÊ TU MEGRÎ Rom û ecem tev welat vegirtin Bindest dijîn em, ji ber ku kurdin Çira û rewshen li me vemirtin Ger bêne kushtin, dayê tu megrî ! Xwendin nehishtin li nav me kurdan Ne hish, ne bîr man ji êsh û derdan Ev bax û bostan, ji dest xwe berdan Ger bêne kushtin, dayê tu megrî ! Shêx û began tev em kirne kola Bê maf û bê cî berdane çola Dan ser milên me darên dehola Ger bêne kushtin, dayê tu megrî ! Mizgîn! Tu shabe va em dixwênin Azadîxwazên cihan dibênin Divê ku dijmin bi zor deênin Ger bêne kushtin, dayê tu megrî ! Va em shiyarbûn, xwende û zana Me rê tev girtin ji ber nezana Zû, zû me naskir ev reng dizana Ger bêne kushtin, dayê tu megrî ! Dijmin du nifshin: hundur û derve Hinek di binve, hinek di serve Kurdên nezan jî tên me bi serde Ger bêne kushtin, dayê tu megrî ! Divê ji bo te em rast bibêjin Bindest û kola tim jîndirêjin Nabin xwedî maf, xwînê nerêjin Ger bêne kushtin, dayê tu megrî ! Em tev diçin tên, dolab û çerxin Mebîne ko em ciwan û ferxin Divê ku dijmin ji nav xwe derxin Ger bêne kushtin, dayê tu megrî ! Divêt bi leshker herin zinaran Konê xwe vegrin li pêsh neyaran Êrîsh bikin em bi gullebaran Ger bêne kushtin, dayê tu megrî ! Resha xwe bavêj, dayna cilên xwe Kelashînkofê bavêj milên xwe Xeman em derxin ji nav dilên xwe Ger bêne kushtin, dayê tu megrî ! Sûndê dixun em bi pût û late Heta ku negrin Zab û Ferate Serbest nekarin em bêne ba te Ger bêne kushtin, dayê tu megrî ! Rabe bi hevre em herna shaxan Derman bikin jin: lash û kelaxan Ronî bidin xwesh rengê çiraxan Ger bêne kushtin, dayê tu megrî ! Milên xwe bidne milên me shêran Di shevreshan bin rengê sitêran Shêr tevde shêrin, çi jin çi mêran Ger bêne kushtin, dayê tu megrî ! Dayê em xortin xwîna me germe Bindest bimênin ji bo me sherme Ta kengî dijmin pasha li ser me ? Ger bêne kushtin, dayê tu megrî ! Îdî me nabên ev reng û ev jîn Em tev shiyarbûn Ferhad û Shêrîn Em guh didêrin dengê Cigerxwîn Ger bêne kushtin, dayê tu megrî ! Cegerxwîn Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.com |