Birahîm Xelîl Sirûcî : PÊŞMERGE![]() ![]() ![]() PÊŞMERGEHûn bi cesaretaRistemê Zal rabûn pê Bi hêrsa Kawayê hesinkar bi sond û peymana Selahedîn Ûsif ketin rê Bûne rêwiyên riya azadî We sînga xwe da dijmin û bi ser de çûn Bê şik û tirs û guman Di destê we de top û tangên mezin selih û çekên giran Balafir û elîqoptêr tinebûn Lê hûn bi ser ketin Serfiraz bûn We her dera ku hûn çûnî ronî kir bi şemala xwe Ewrên reş û tarî ji waran dûr xist Wek tîrêjên rojê we silav li xelkê kir Zarokan bi gulan pêşwazî li we kir Dayikan, bi lêlil ji we re gotin hûn bi xêr hatin We kêfxweş kir ew xelk Ew xelkê ku di tarîtiyê de di bin barê giran de dikir axîn û nalenal Bi saya we vegeriya li wan taqet û giyan Lewra di dilê we de hebû, bawerî û îman Bijîn, her bijîn Ey pêşmergên qehreman We azad kir Kurdistan We welatê me yê şêrîn xweş û rind û delal rizgar kir ji bin nîrê cinawiran We şikandin dest û tiliyên wan Ewên qirêj, gemarî Ew dest bûn ku li Helepçe û Enfal û hina li gelek derên niştiman hovane û wehşane qir kiribûn bi hezaran can Ey lehengên netirs hûn weke şêran coşiyan We got: Kerkûk ya kurdan ewe dilê Kurdistan bo wê me daye û em amadene bidin mal û milk û can Çi jin û çi mêr çi kal û çi ciwan Û hûn bi merdane sekinîn li meydan Dijminên we ewên ku di hundir mala xwe de mêranî dikirin hîrehîr bi wan diket huş bûn, kerr bûn Ewana ziman daqultand Bijîn, her bijîn Ey pêşmergên qehreman We azad kir Kurdistan 18. 10. 2006 Birahîm Xelîl Sirûcîhttp://www.pdk-xoybun.com |