PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Komara Kurd a Mehabadê


Dema peymana Hîtler û Stalîn bi êrîþên Hîtler ve bi dawî hat, Yekîtiya Sovyetê jî beþdarî nav Hêzên Hevgirtî bûbû. Îranê, ko ji hêla neftê ve yek ji wan ciyên herî dewlemend bû û di bin bêvila Sovyetê de bû, bi dizî bi Elmanyayê re pêwendî danîbû. Hêzên Hevgirtî (Yekîtiya Dewletên Amerîkayê, Fransa û Îngîlîstan) ji jêr ve û Sovyetê jî ji jor ve Îranê zeft kirin. Hêzên Sovyetê heta Kurdistanê meþiyan û piþtre jî xwe bi paþ ve vekiþandin.

Wê demê kurdan ji rewþê îstîfade kir û xwe ji bo bûyerên nû amade kirin. Heyeteke kurd ko Qadî Mihemed jî di nav wan de bû, çû Moskovayê. Hukûmeta Sovyetê, ji ber ko rewþa wan û siyaseta wan li Îranê baþ neçûbû û Partiya Tudeh jî ne zêde xurt bû, dixwast bi kurdan re têkiliyeke xurt deyne. Wan dixwast bi vî awayî kurdan bigîjînin hêla xwe da ko di herêmê de xurttir bibin.

Kurd jî ji hêla xwe ve vala nedisekinîn. Mehabad û derdora wê di nav hêzên Sovyetê û Îngîlîzan de, di cihekî tampon de mabû û her wiha azad jî bû. Kurdan dixwast bi alîkariya hêzeke mezin mafên xwe bi dest bixin. Û di vê rewþê de ya herî nêz jî Yekîtiya Sovyetê bû. Îngîlîzan bi salan Baþûrê Kurdistanê di bin bandora xwe de girtibûn û tu niyeta wan î ko welatê kurdan ji destê xwe berdin tune bû.

Bêþik Îngîlîzan li Îranê siyaseteke cuda didan meþandin. Çaxê ko þah Riza ko hevalbendê Elmanyayê bû, cihê xwe dewrî kurê xwe Muhammed Riza Pehlewî kir, îngîlîzî gihîþtibûn armanca xwe. Ji xwe Pehlewî hevalbendê wan bû û îngîlîzî jî ne zêde xwediyê armanca guhertinekê bûn. Li gorî Îngîlîzan heke rewþ biguhiriya dê hingê rewþa neftê jî têketa xeterê. Her wiha heke kurdan mafên xwe yên neteweyî li Rojhilat bi dest xista, wê gavê dibû ko Baþûrê Kurdistanê jî ji dest derketa.

Rêxistina Komelê (Komeleya Jiyaneweyê Kurdistanê) ko di îlona 1942an de hatibû damezrandin, heyetekê hilbijart da ko li Yekîtiya Sovyetê temsîla kurdên Îranê bike. Heyeta kurdan bi serokatiya Qadî Mihemed di îlona 1945an de çû Bakuyê. Serokwezîrê azerî Bagirof pêþneyar kir ko kurd di bin bandora Azarbeycana Îranê de bibin xwediyê otonomiyê. Lê heyeta kurd ev pêþneyar qebûl nekir. Pêwîst bû kurd bi serê xwe di nava Îranê de otonomiyê wergire. Tevî vê nakokiyê jî li ser dawxaza hukûmeta Sovyetê, Bagirof soza piþtgiriyê da.

Barzanî piþtî ko gihîþt Þinoyê, dest bi pêwendiyan dike. Di demeke kin de hêzeke mezin a leþkerî dicivîne û diçe Mehabadê cem Qadî Mihemed. Êdî tekoþerên kurd bi serokatiya Barzanî dikevin xîzmeta doza kurdan. Êdî ew li ser navê doza kurdan serleþkerekî mezin û þêwirmendekî giranbiha bû.

Piþtî ko heyeta kurd ji Sovyetê vegeriya, di çiriya pêþîn a sala 1945an de bi endamê Komelê re civînek pêk anî. Dê ev civîn bibûna kongreyeke rêxistinê û civînê li ser pêþneyara berpirsiyarên Yekîtiya Sovyetê jî navê partiyê bi "Partiya Demokrat a Kurdistanê" ve guhert. Bi vî awayî dê hem partî ferehtir bibûya û hem jî dê ji Yekîtiya Sovyetê alîkarî werbigirta.

Di çileya pêþîn a sala 1945an de Komara Demokratîk a Azarbaycanê hat damezrandin. Dê vê biryarê rê ji kurdan re jî vekira. Pêþevanên kurd di çileya paþîn a 1946an de li Mehabadê civîneke mezin li dar dixin û wê rojê jî Komara Demokratîk a Mehabadê îlan dikin. Alaya kurdî bi jor ve tê hilkiþandin û Qadî Mihemed di sibatê de weke serokkomar sond dixwe. Êdî parlamento û hukûmeteke kurdî jî hebû.

Barzanî û du kesên din ji teref hukûmeta Kurd ve weke general tên hilbijartin. Barzanî êdî di bin xîzmeta Komara Kurd de bû û hêzên xwe yên leþkerî hê bêhtir xurt dikir. Ev her wiha jê re dibû tecrûbeyeke bêhempa jî. Barzanî ji bo hukûmeta kurd û Komara Demokratîk a Kurd xîzmeteke baþ kir. Weke serleþkerekî Komarê wî leþker gihand hev û ji bo parastina Komarê xebateke bêhempa pêk anî.

Lê dê ev serkeftin jî zêde dom nekira. Rewþa cîhanê û bidawîhatina þer, siyaseteke nû derxistibû holê. Êdî ji nû ve parvekirina cîhanê ketibû rojevê. Hêzên Hevgirtî dev ji Îranê bernedidan, lê Sovyetê jî ne dixwest destvala vekiþe. Bi vî awayî peymanek di nav Sovyetê û Hêzên Hevgirtî de pêk hat û leþkerê Sovyetê di þeþê gulana 1946an de xwe ji Îranê vekiþand.

Ew rewþ di nav kurdan de panîkeke mezin derxist. Hêzên komara nû hê ne zêde bi qewet bûn û kurd ji rewþeke wisa re ne amade bûn. Her wiha kurd niha ji hev bela jî bûbûn. Êdî bi tenê Barzanî û hêzên xwe li piþt Qadî Mihemed mabûn.

Bi piþtgiriya Hêzên Hevgirtî û bêdengbûna Yekîtiya Sovyetê, Îranê haziriya êrîþên mezin dikir. Pêþî Komara Azarbaycanê bi hêsanî û bêþer hilweþandibûn û niha jî dor hatibû ser Komara Mehabadê.

Barzanî car bi car ji Qadî Mihemed daxwaz kir ko bi ber xwe bidin. Lê Qadî Mihemed xwe ne dida ber vê pêþniyarê. Barzanî ji bo berxwedanê hazirî dikir, lê tu niyeta hukûmetê ko þer bike tune bû. Xwînrijandin ne pêwîst bû li gora wan. Ji niþka ve tu kes li piþt Qadî Mihemed û Komara Demokratîk a Kurd nemabû.

Hukûmeta kurd bêþer teslîmî hêzên Îraniyan dibû. Lê Barzanî bi þid li hember vê bû û dixwest kurd bi her awayî Komara Kurd biparêzin. Di dawî de Qadî Mihemed jî li dijî berxwedanê derket. Wî ne dixwest xwîn birije. Qadî Mihemed alaya kurdî bi emanetî teslîmî Barzanî kir. Barzanî li ser daxwaza wî tevî leþkerên xwe ji Mehabadê vekiþiya. Bi vî awayî leþkerê dijmin bi hêsanî ket Mehabadê. Hukûmeta Îranê bext dabû ko serokên kurdan ne kujin. Lê tevî ko endamên hukûmetê û serokkomar Qadî Mihemed bêþer teslîmî hêzên dijmin bûbûn jî, ew li ser bextê xwe ne rawestiyan û wan li meydana Çarçirayê, cihê ko Komara Mehabadê ya Kurd hatibû îlankirin, di 31 adara 1947an de bi darde hatin daleqandin. Kurdên çaraliyê Kurdistanê ko zêdeyî salekê bi Komara Kurd pesinîbûn û ew pîroz dikirin, dîsa ketibûn xemgîniyê. Komara Kurd a dema modern jî bi vî awayî hilweþiya.