SORGULA MÝNSORGULA MÝNezdi xitimandina peyvên xwe ên sist û pist de eþqa xwe diyarî dilê te yê berketî dikim ji çarguliyên porê te yê xumrî bêhna gulên biharê tê bi bayekî xerîb re li hinava canê min belav dibe di agirê þeweta awirên te de xwe dibînim tu bûyî bîranîneke ji tîrêja heyva çardeh þevê di giyanê min yê newêrek de li ber pencera hilmgirtî evîndar û bendewarê te me xulamê koþka dilê te me di xemkêþiya helbesta gora dilê te de binax dibim tu heyîna min a jîndarî çavkaniya helbesta li ser lêvên pênûsa min î xweþbêhna gula baxçeya min î min girnijîna li ser lêvên te di nasnameya gerdena xwe de kola henasa qefesa te ya germ di kefa mista xwe de vediþêrim min riya xwe di pisûlaya sewdaya te de winda kir berê xwe da oxira felekê ez miþextê melûliya çavên te me mehkûmê zîndanên xemzeya te me li dadgeha bejna te ya zirav têm darizandin di bijang û ebrûyên te de dilbirîndar im were bi zimanê xwe ên hingivî birîna kezeba min bikewîne berxa min yara min sorgula min Xizan Þîlan Stockholm, 03.03. 2006 Xizan Þîlanhttp://www.pdk-xoybun.com |