Barzanî li Yekîtiya Sovyetê » Ev wêne sala 1952an li Sovyeta berê hatiye girtin. Piştî ko Barzanî û hevalên xwe bi meşeke dûr û dirêj ko 52 rojan diajo derbasî Sovyetê bûbûn, li Nahçîvana Azarbaycanê hatibûn bicîkirin. Barzanî û hevalên xwe li wir ji hev tên veqetandin. Ew di kampên leşkerî de, di rewşên xerab de dest bi jiyaneke nû dikin. Piştî demekê hukûmeta herêmî Barzanî dişîne Bakûyê. Barzanî û hevalên xwe ji hev hatibûn veqetand û ne dihiştin ko ew hev bibînin. Her wiha rewşa penaberên kurd roj bi roj xerabtir dibû. Li ser şîkayeta Barzanî çend caran rê dan ko ew hev bibînin. Xuya bû ko berpirsiyarên Partiya Komunîst a Azarbaycanê kîna xwe ya dema Mehabadê ji bîr nekiribûn. Berpirsiyarên kurd di dema azadiya Mehabadê de ne xwestibûn ko Komar têkeve bin hukmê Azarbaycanê û niha jî fersend ketibû destê Bagirof û berspirsiyarên Partiya Komunîst. Bagirof Beriya jî kişandibû hêla xwe û herduyan li gora dilê xwe agahdarî didan Stalîn û Komîteya Merkezî. Barzanî û hevalên xwe di dema Stalîn de ji ber van sedeman gelek êş û derd kişandin. Car bi car Barzanî û penaberên kurd dihatin nefîkirin. Nefîkirineke di nav nefiyê de... Penaberên kurd pirê caran birçî diman. Her wiha di nav kampên kar de yan jî di nav kampên leşkerî de kar dikirin. Lê ya herî xerab jihevqetandina wan bû. Ev jihevqetandin û birin û anîn ta ko Stalîn sax bû jî dom kir. Her tim ji hev dûr û di bin çavan de bûn. Di kampên xerab de nîv têr û nîv birçî dijiyan û her ji çend mehan an jî salan carekê dihatin nefîkirin. Barzanî ji vê rewşê ne razî bû û pir aciz dibû. Wî ji berpirsiyarên hukûmeta herêmî destûr xwest ko here cem berpirsiyarên partiyê û Hukûmeta Sovyetê da ko pirsa neteweyê kurd bîne ziman. Dê wî bi vî awayî rewşa penaberên kurd jî bianîna ziman û gilî û gazincên xwe pêşkêş bikira. Lê ev daxwaza wî nehat qebûlkirin. Hukûmetê di tebaxa 1948an de penaberên kurd şiyandin Özbekîstanê. Barzanî li Taşkentê hat bicîhkirin û bi alîkariya mamosteyekî rûs xwe fêrî zimanê rûsî kir. Tevî ko Barzanî ne li Azarbeycanê bû jî, Bagirof hê jî dijîtiya wî dikir û di derheqa wî de raporên xerab dişand navenda partiyê. Wî her wiha merivekî xwe şiyand cem serokkomarê Özbekîstanê Yusufov û ew jî mîna xwe kir dijminê Barzanî. Bi vî awayî Bagirof, Yusufov, Larentî û serokê parastinê yê dema Stalîn Beriya li dijî Barzanî cepheyeke dijberiyê ava kiribûn. Barzanî jî vala ne disekinî. Wî ji çend rojan carekê nameyên ko rewşa penaberên kurd diyar dikirin ji Kremlînê re dişand. Lê mixabin ev name bi giştî li cem Beriya diman û ne digihîştin cihê xwe. Di adara 1949an de dîsa cîhê Barzanî hat guhartin. Vê carê ew şandibûn giraveke ko di nav gola Aralê de dima. Piştre gav bi gav ên din jî birin Aralê, lê ew li sê giravên cihê belav kirin. Yên mayîn jî li cihên din belav kiribûn. Pêwendiyên wan ji hev qut bûn û haya wan ji hev ne tunebû. Daxwazên hevdîtinê jî bi tu şeklî ne dihatin qebûlkirin. Barzanî rojekê di sala 1950an de bi jineke cîran ko dê biçûya Moskovayê re dikeve pêwendiyê da ko nameya wî li wirê bavêje qutiya posteyê. Ji bo vê wî îşilkekî xwe firotibû û hinek pere dabû jinikê. Bi alîakriya jinikê name digîje Kremlînê. Li ser daxwaza Stalîn di serokatiya Finikradof de heyetek diçe Taşkentê û Barzanî jî tînin wir. Ev heyet jî daxwaza Barzanî qebûl nake, ango destûr nade ko ew here Kremlînê. Di destpêka 1953an de li ser daxwaza Barzanî penaberên kurd tev li meydana hukûmetê dirûnin û dest bi boykota xwe dikin. Şertê wan ew bû ko di serokatiya Barzanî de heyetek biçe Kremlînê û pirsa kurdî ji serokên dewletê re bîne zimên. Ew nêzî 72 saetan li wir rûniştin û daxwazên xwe ji berpirsiyarên herêmî kirin. Li hember zirtên serokê hukûmetê jî Barzanî û kurdên din xwedî biryar bûn. Pêwîst bû ko pirsa neteweyekî bindest çareser bibûya û Barzanî amade bû her xeter himbêz bikira. Ancax piştî vê rê dan ko du kes li ser navê kurdan herin Moskovayê. Tevî ko rê nedabûn Barzanî ko du nav van du kesan de be jî, wî qîma xwe bi vê pêşniyarê anîbû. Tevî vê ji heta ko Stalîn sax bû, xirecira penaberên kurd û hukûmeta herêmî dom kir. Çaxê Stalîn mir û Kruschev ket dewsa wî, rewş bi her awayî guhirî. Serokê KGBê Beriya hat kuştin û gelek ji hevalbendên wî jî hatin cezakirin. Piştî ko rewş hebekî sivik bû, Barzanî çû Moskovayê da ko Kruschev û serokên Sovyetê ziyaret bike û doza alîkariyê bike. Lê ew jî ne hêsan bû. Barzanî li ber Kremlînê sê roj û sê şevan dikeve greva rûniştinê. Di dawiyê de Barzanî derdikeve hizûra Kruschev û rewşê bi giştî jê re diyar dike. Kruschev û hevalên xwe bi hevre Barzanî guhdarî dikin. Barzanî her wiha tiştên ko Bagirof û Beriya anîbûn serê wan tîne ziman û wiha dibêje: ”Hûn ji hêlekê ve alîkariya gelên bindest dikin û ji hêlekê ve jî Beriya û merivên mîna wî li dijî van kiryaran xebat dikirin.” Barzanî li gotinên xwe wiha dom dike: "Ez xwe niha serkeftî dihesibînim. Ji ber ko ez niha pirsa neteweyê kurd bi heyeta herî bilind a rojhilatê re, ango bi heyeta Kremlînê re diaxifim. Ji xwe ez jî ji bo rewşa neteweyê kurd ko ji teref dagirkeran ve û çaralî hatiye perçekirin bînim ziman, hatime vir. Vî neteweyî baweriya xwe daye min. Hûn dewleteke mezin in û dibêjin ko ûn alîkariya gelên bindest dikin. Ez ji bo vê li vir im. Ez ji bo ko doza gelê kurd a heqiyê bi ser bikeve alîkariya we dixwazim." Kremlînê jî 74 nameyên ko Barzanî ji hukûmeta Sovyetê re şandibû bi dest xistibûn. Lê yek ji van nameyan jî ne gihîştibû cihê xwe. Barzanî ji Kruschev û hukûmeta Sovyetê piştgiriya mafên kurdan daxwaz kir. Kruschev jî soz û bextê ko dê kurd bi xwe li ser çarenûsa xwe biryar bidin, da Barzanî. Piştî vê hevdîtinê rewşa penaberên kurd baş dibe. Gelek xortên kurd (nêzî 200 kesan) li unîversîteyên Moskovayê dest bi xwendinê dikin. Her wiha xaniyek û otomobîlek dan Barzanî û wî jî dest bi xwendina ziman, siyasetê û aboriyê kir. Barzanî her wiha beşdarî kurseke leşkeriyê jî dibe. Ev kurs ji generalên rûs û yên dewletên sosyalîst re dihat amadekirin. Barzanî li wir ronakbîrên kurd ên mîna Qanatê Kurdo û Erebê Şemo dît û di sala 1956an de çû Êrîvanê û li wir kurdên din ziyaret kir. Barzanî piştgiriya daxwaza kurdên Sovyetîstanê ya otonomiyê kir. Hukûmeta Sovyetan ev daxwazê qebûl nekir lê ji bo pêşketina çanda kurdî biryarên nû wergirt û bi vî awayî weşanên kurdî, radyo û pirtûkên kurdî bi serbestî û bi alîkariya dewletê dest bi weşanên xwe kirin. Dema Barzanî û hevalên xwe li Sovyetîstanê diman, bi serokatiya Celal Talabanî heyetek li ser navê kurdên başûr beşdarî kongreya navneteweyî ya şagirt û ciwanan bûbû. Çaxê Barzanî û Talabanî hev dîtin, Talabanî jê re rewşa Kurdistanê û kurdan anî ziman û li pêşneyarên Barzanî guhdarî kirin. Barzanî li Sovyetê vala ne disekinî. Wî ne bi tenê bi kurdên Sovyetîstanê re danustandin dikir. Wî her wiha bi gelek heyetên navneteweyî re jî pêwendî datanî û pirsa kurdan dianî ziman. Ji bilî wan heyetan wî bi berpirsiyarên Kremlînê û Partiyê re jî pêwendiyan xurt danîbû. |