Abdullah Karabag : Rêdanên Rêçan De Bûme ZihînRêdanên Rêçan De Bûme ZihînDifikirim, li rûyê te me, pêgirtin bi lêvên kenî neNe kûr in, ma ne dûr in, ma bê çav in hinarikên te, Çêja min þîrîn kirin, ne bi diran, ma ne bi gez bûn, Tên alav di gotinan de ku wan ji rêçên min didizin Ma kî ne, ma çi ne, ma min bîrkiriye, nezanî çi ye Ku xweziya te hebûye ji bo ramusaneka ne bi dên Min ê bi tewreka rengîn kena hiþka te vêxistibûya. Wekî tiþtekî destanî an jî wekî tiþtekî avsûma çîrokî Dibe ku wekî teyrekî spî be an jî þahbazekî seydvan, Na, dibe ku ne wer e ew, dibe ku dijî aqil û jîyanê be Û bi serê xwe, di çîrokên rûspîyên li ber agiran de be Û bi rewþeka hunerî û dewlemend tim bê þayesandin. Wisa gerîn bi guhartin, weke hespeka ji behrê zayiye Lê belê, teyrê spî ye: bi niqul, bi stûyê dirêj, bi perik.. Xwe li min digre, xwe li fikira min digre, gelo, çima, Museleta bala min ê, pêþiyê li min distîne, ma rêgir e Na, dibe ku reber e, nameberê hezê ye, qey dildar e, Na, dive ku di weswesiyên min de tiþtekî bê emsal e. Dema ku ew nîgarên spî, bi xiyalan ve tên bîra min Kenekî reþ û perespandî dikeve lêvên min û gesdike, Dibe ku tiþtên ji hev cûda nin: çûn û hatin, pêk û rêç Ya ku min dikizirîne di destê min de ye: kulmek ax e Yên ku min dilminî dikin birisînên lêvikên rojê bûn. Bin dareka zarînê me, þah existin, baz firandin: spî ne Benda wan im, dibe ku bizivirin, bêper im, hêvîdar im. ( Sewta Berbangê ) Abdullah Karabag 18. 11. 2006 Abdullah Karabaghttp://www.pdk-xoybun.com |