HÊVÝYÊN TAZÎ HÊVÝYÊN TAZÎêdî pênûsli bêdengiya perava helbestê di xwe de fetisî peyv di ferhenga ziman de ker û lal in hevok li çolistana giyanê tî û birçî ne her roj li berbangan nermiya sibê ya kenok di asoyên awirên xwe de mizdidim bi þevê re stêrên asîmanê diherikin hinavên helbestên min di koþka dilê xwe de pel bi pel bêhna gulan vediçinim di xewnên bi tirs de bi gavên þemitok bêrawestan dibezim li paytexta dilê min pakrewan govenda þadiyê digerînin min kumê bindestiyê ji serê xwe avêt azadiyê li nav mêrgên qefesa xwe diçêrînim dergevanê nasnameya xwe me rûmet tifinga berxwedana min e li heyverona zivistanan pelên þaxa giyanê min xwe dihejînin bi teyr û bazên çeleng re li asîmanan difirim girêka êþ û tirsê bi neynokên dilê xwe yê dînik vediçirînim qurnefîlan bi rondikên çavên dilberê av didim qêrîna dilê xwe yê berketî bi awaza strana Canê aþt dikim min qelemê koletiyê þikand û dîlitî bi kindirê sêdarê ve daliqand ez valahiya jiyana xwe bi hêviyên tazî dirêsim dineqþînim bi xwedî û têr dikim Xizan Þîlan Stockholm, 09. 01. 2006 Xizan Þîlanhttp://www.pdk-xoybun.com |