PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Nameyek Vekirî Ji Netewên Yekbûyî re (U.N).



Nameyek Vekirî Ji Netewên Yekbûyî re (U.N).

1
Ji mêj ve, ji mêj ve
ji berî 48 salan ve
çend xincer
di xaka Kurdistanê de
hatine çikandin !
Bi mayîn û têldirî
hatine pêçan !
xal ji xwarzê
ap ji birazî
hatine qetyan
kul, êþ, û jan
belav bûye
li Kurdistan..

2
JI 48 salan ve
Netewên Yekbûyî,
bûye bi sazûman
ji bo parastina
mafê mirovan
dermankirina
êþ û janên gelan
xweþî û geþîya
netewên cîhan
Lê mixabin û sed mixabin
ku carekê tenê
negeryaye li mafê Kurdan
carekê tenê
ji gelê Kurd re
nebûye derman
û her û her
gelê Kurd dibin
zilm û zorê de
maye tewyayî,
dibin hêza karbidestan de
maye destgirêdayî,
ji zimanê dê û bav
bê par mayî..!

3
Ev 48 sal e ku,
Netewên Yekyekbûyî
bûye hîmdar
bi UNESCO,
UNICEF û LAHAY
bi kar û bar.
Li ser çêlekên Hindistanê
di xeyide
Li ser qertal û qirakên Afrîkayê
di engire
Li kuçên þûnewarên kevin
dibe xwedî û dikire
rojekê negotiye;
çil, bêncî melyon Kurd
di hejarî û bindestîyê de
diqijile û dimire…

4
Ev 48 sale
û ji berî 48 salan ve
kêr li ser stûyê
mirovên Kurd hatiye danîn
Dar û daristanên Kurdistanê
têne sotin û birîn,
Pêmayê bav û kalan
li ber talanê
tê dizîn
Û mirovên Kurd newêrin
bi zimanê bav û kalên xwe
bikin hawar û girîn
û hêj carekê tenê
Netewên Yekyekbûyî
nekiriye gazî û qîrîn..!
ka Dadgeha LAHAY
û mafê mirovan,
ka UNESCO û
parastina zimanê gelan,
ka UNICEF û
guhdana zarokên Kurdan !

5
Nizanim !
nizanim, di vê bîranînê de
Çi ji Netewên Yekbûyî re
diyar kim..?!
Gelo !
Qerpalê þehîdekî bi xwîn
ji Senendac, Agirî, Þernex
û Dêrsim…
Kuç û qehfikin Kurdistanî
ji entîkxaneyên Parîs, Berlîn
û London…
Hestîyê zarokekî Kurd
ku ji nêz û êþan mirîye
li deþta Hewlêr û Silîvan
wêneyên çend gundên
kavil û wêran
ji bakurî Kurdistan an
cizmake bi xwîn
ji cizmeyên leþkerê
karbidestan
û 48 singên bi xwîn
û têldirî ji nav xaka Kurdistan !

Konê Reþ
Rojavayê Kurdistan.
Bajarê Qamiþlo, 12. 12. 2006



Konê Reþ

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg