GEWRA MÝNGEWRA MÝNbi mijgulên xwexwidana eniya min vemalîne hestên min di bêdengiya xwe de koçber in li þevereþan rondikên xeman diniqutin hembêza bêxewiya min xêrnexwezan ax û nalîn li qolinca xewnan siwar kirin dilop dilop keda min mijandin axa bedenê diheje!! li germa havînan ciwanî dîl girtin min êþ û tirsa dilê xwe kedî kir li biharan gula Gulpik çilmisandin li berbangan çûkên beytik hevparên sirên êþa min in carnan peþkên barana sibê ji rûyê min xemgîniyê difirîne bêhna yasemînan li giyanê min direþîne carnan ewrên tarî xwe dispêrin ber deriyê qefesê bêhn li min diçike peyv nîvco dimînin hevok diqurmiçin helbest di gewriya pênûsê de difetise pênûs jî di êþa helbestê de dilerize çavbirçî û binaran kîn û nefret di dûmanê cixara min de meyandin sebir bû gule di devê lûle de rojan ez miþextî tenêtiya þevê kirim çingîna bayê reþ di guhên min de dinalê giyanê min bi lapûþkên hovan tê naperûçkirin ez kaptanê keþtiya deryaya ramanên bêbinî me li nav çar dîwaran bi neynokên dilê xwe hêviyan dikolim gewra min ji lehiya bedewiya awirên xwe qultek av bide lêvên min yên ziwa Stockholm, 04. 07. 2006 Xizan Þîlan 22. 12. 2006 Xizan Þîlanhttp://www.pdk-xoybun.com |