YEK Û YEK YEK Û YEK
Tevde bibin yek û yek
Bigrin yara çav belek Derdê kalo giran bûn Xem û kul bûne gelek. Li min bû nîvê þevê Çav girtim ketim xewê Berbanga serê sibê Di xewnde min dî yarê. Çi xewneke zilindar Pir tahle wekî her car Ji xem û kul û derdan Min girtiya tayek sar. Ez mam di vê tayêda Ketim derdê yarê da Dibin destê xelkê da Hêvî neman di minda. Hêvya min keç û xortin Jîr û zana pir xurtin Kes hew kare bistîne Kû destê yarê girtin. Tevde bibin yek û yek Bigrin yara çav belek Derdê kalo giran bûn Xem û kul bûne gelek. 11. 01. 2007 Kalê Kurdîsîhttp://www.pdk-xoybun.com |