ÇELERGÊ![]() ![]() ![]() ÇELERGÊ
Di çelergê da
Geryame têda Çavê min lê ket Dilê min girê da. Horî û sim sim Ez ji rê xistim Dema ez hatim Ji nêv gund û pê da. Çi kar xezale Rind û delale Ma ev çi hale Te ez xistim tê da. Çima bê piştim Bi ar birijtim Evînê kuştim Ex ketim tayê da. Narîn şêrin ken Girtim dest û ten Yar bê xap û fen Min gotî wê ken da. Bi şerm û fedî Destê min girtî Gote min hêdî Tu ketiye dil da. Wê yara şêrîn Zor kirbû evîn Kûr kirbû birîn Ax di dilê min da. Surişt û melek Yara çav belek Xem kirin gelek Wê xist cergê min da. Rûniştim bin dar Hate nik min yar Çi evînek har Danî dilê min da. Wê ez hilandim Wê ez pêlandim Wê ez şewandim Ji neynûkê û pê da. Ez çûm ber derî Yar çav da girî Dil ji min birî Ez mam di hewşê da Min xatir jê xwest Kenya û vemest Got dilêm tu xwest Tu ketîye tê da. Hinav bû agir Di dilde bû gûr Got kal were vir Ji îroj û pê da..! 11. 01. 2007 Kalê Kurdîsîhttp://www.pdk-xoybun.com |