DAYÊ DAYÊ
Dayê dayê ji te dûrim
Birîn xedar birîn kûrim Tûyî derdê vî dilê min Hisret zore dayika min. Pir girane hebûna min Nêvîde mane xewnê min Derdê giran kedera min Tûyi dayê dayika min. Dil talane çare nabe Debara min bê te nabe Dayik nebe hal xerabe Dayê dayê dayika min. Ji te dûrim bi kederim Ji warê xwe penaberim Çavêt min li te digerin Dayê dayê dayika min. Qîra te tim li guhê min Gelkî tahle jiyana min Çi fermane ser serê me Dayê dayê dayika min. 11. 01. 2007 Kalê Kurdîsîhttp://www.pdk-xoybun.com |